Hewlêr (Rûdaw) - Du ciwanên Kurd ên ku çend roj berê li Kerkûkê ji ber daliqandina alaya Amerîkayê hatibûn girtin, bi kefaletê hatin berdan.
Îro derbarê du ciwanên Kurd de ku heşt roj berê li Kerkûkê bi hinceta daliqandina alaya Amerîkayê li ser otomobîlên xwe hatibûn girtin, biryara berdana bi kefaletê hat dayîn.
Yek ji parêzerên ciwanan Ala Kameranê ji Rûdawê re got, “Dadwerê lêpirsînê yê Dadgeha Kerkûkê biryar da ku her du ciwan werin berdan.”
Ala Kameranê diyar kir ku biryara berdanê bi kefaleta 5 milyon dînarên Îraqî hatiye dayîn û ev biryar heta roja dadgehê derbasdar e.
Derbarê ciwanên ku li kolanên Kerkûkê bi otomobîlên xwe ve alaya Amerîkayê daliqandibûn û hatibûn desteserkirin de, li gorî madeya 240î ya Yasaya Cezayê ya Îraqê lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Parêzerê wan Mihemed Xazî ji Rûdawê re axivî û got:
“Ji roja ku hatine girtin ve me pêvajo dişopand. Em dê di rûniştina bê de jî ji bo parastina ciwanan amade bin.”
Li gorî madeya 240î ya Yasaya Cezayê ya Îraqê, kesên ku biryarên îdarî binpê dikin, heta 6 mehan cezayê girtîgehê yan jî heta 100 hezar dînar cezayê pereyan li wan tê birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse