Hakan Fîdan li ser şerê Helebê daxuyanî da

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Tirkiye Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê bipêşketinên dawî yên li Sûriye û şerê li taxên Kurdan ên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê axivî.

Fîdan amaje bi şerê li taxên Kurdan ên li Helebê kir û îdia kir ku helwesta HSDyê li pêşiya aramiya Sûriyeyê astengiya herî mezin e û divê HSD xatir ji “teror û cudaxwaziyê” bixwaze

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Umanê Sayyid Badr Hamad Al Busaidi civiya.

Fîdan piştî civînê di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de li ser bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê axivî.

Hakan Fîdan diyar kir ku daxwaza Tirkiyeyê ew e ku li Sûriyeyê lihevkirinek ji bo aramiyê çêbibe û got:

"Mixabin êrişên li Helebê yên li dijî sivîlan, dilgiraniyên me yên derbarê niyeta rast a HSDyê de piştrast kirin.

Ev yek dibe sedema tabloyeke reş ji bo hewldanên aştiyê.

Di qonaxa niha de, pêdagiriya HSDyê ya ji bo parastina destkeftiyên xwe bi her bihayî, astengiya herî mezin e li pêşiya aramî û seqamgîriya Sûriyeyê."

Fîdan her wiha bangî HSDyê kir û got,“Ev helwesta lihevnekirinê li dijî rastiyên Sûriye û herêma me ye.

Pêwîst e HSD êdî xatir ji teror û cudaxwaziyê bixwaze. Herêma me ji her demê zêdetir hewceyî aştî û aramiyê ye."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku ew dê di polîtîkaya derve de li ser bingeha diyalog û edaletê bidomin û got,"Tirkiye dê di herêmê de bibe garantora aştî û aramiyê.

Ji bo ewlehiya me ya niştimanî, arasteya bûyerên li Sûriyeyê ji bo me gelekî girîng e.

Em ji nêz ve dişopînin û li gel hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî di nav hevahengiyê de ne.

Niha dema yekîtiya niştimanî ye. Divê HSD erkê xwe bîne cih. Ne tesaduf e ku HSD di şûna yekîtiyê de, dibe amûra polîtîkayên Îsraîlê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst