Serlêdanên dersên Kurdî dest pê kir: Heta 20ê Sibatê didome

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kurdî Kurmancî Kirmanckî/Zazakî Dersa Bijarde Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema serlêdana ji bo dersên bijarde yên Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî/Zazakî) dest pê kir.

Serlêdan dê heta 20ê Sibatê berdewam bikin.

Pêvajoya hilbijartina dersên bijarde yên heyama perwerdehiyê ya 2026-2027an li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê dest pê kir.

Nivîs ji dibistanan re hat şandin

Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê 5ê Sibata 2026an ji dibistanan re nivîsek şand.

Di nivîsê de ji birêvebirên dibistanan hat xwestin ku heta 20ê Sibatê daxwazên malbatan ên ji bo dersên bijarde yên polên 5-6-7 û 8an wergirin.

Her wiha hat diyarkirin ku divê encam li ser sîstema elektronîk bên tomarkirin da ku li gorî daxwazê pirtûkên pêwîst bên amadekirin.

Di vê çarçoveyê de li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana ji bo dersên bijarde yên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) dest pê kir.

Serlêdanên ji bo polên 5-6-7 û 8an dê heta 20ê Sibatê li dibistanan ji aliyê malbatan ve werin kirin.

Di belgeyê de hat ragihandin ku di tabloya dersên bijarde de dersên Kurmancî, Zazakî (Kirmanckî), Lazî, Gurcî û yên din jî cih digirin.

Hat xwestin ku divê di vê mijarê de zanyarî bi xwendekar û malbatan re werin parvekirin.

Şertê 10 xwendekaran

Ji bo ku li dibistanan di asta polên 5-6-7 û 8an de dersên bijarde yên Kurmancî û Kirmanckî bên vekirin, divê herî kêm 10 xwendekar daxwaza dersan bikin.

Dema daxwaz di asta pêwîst de be li wê dibistanê dersên bijarde yên Kurmancî û Kirmanckî heftane du demjimêran tên dayîn.

Eger li dibistanekê hejmara xwendekarên ku dersê hildibijêrin ji 10an kêmtir be polên dersên Kurmancî û Kirmanckî nayên vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst