Cizîrî: Dewlet ji bo Kurdî ne jidil e û partiyên Kurdan jî xwedî lê dernakevin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Şerefxan Cizîrî û Hêvîdar Zana / Wêne: Rûdaw
Şerefxan Cizîrî û Hêvîdar Zana / Wêne: Rûdaw
Nîşan Şerefxan Cizîrî Kurdî Dersa Kurdî Dersa Bijarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand ku dewleta Tirkiyeyê di mijara zimanê Kurdî de ne jidil e û astengan derdixe.

Cizîrî her wiha rexne li partiyên siyasî yên Kurdan jî girt û got, “Siyasetmedarên ku di jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî naaxivin, nikarin ji gel bixwazin ku zarokên xwe bişînin dersa Kurdî.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser hilbijartina dersên Kurdî, helwesta dewletê û rola partiyên siyasî bersivandin.

“Îsal kampanyayeke xurt nîne”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarde (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) heta 20ê Sibatê didome.

Şerefxan Cizîrî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qelsiya kampanyayên îsal û diyar kir ku sedemên vê yekê hem rewşa giştî ya siyasî ye û hem jî bêhêvîbûna ji dewletê ye.

Cizîrî wiha got, “Rast e, îsal bêdengiyek heye. Yek ji sedeman rewşa Rojavayê Kurdistanê ye ku rojev guherand.

Ya duyem jî dewlet di vê mesleyê de ne jidil e. Her çiqas dibêjin ders hene jî gelek astengiyan derdixin. Vê yekê di nava gel de bêbaweriyek çêkiriye.”

“Dewlet dixwaze Kurdan bike wekî xwe”

Cizîrî destnîşan kir ku nîqaşên wekî “mamoste tunin” an “ders online bin an na” hincet in û divê dewlet zîhniyeta xwe biguherîne.

Cizîrî wiha pê de çû,“Dewlet dixwaze Kurdan bike wekî xwe. Zimanê me bikin Tirkî.

Perwerdeya me bi piranî bi Tirkî ye. Li zanîngehan beş vekirin lê paşê astengî derxistin.

Du xalên sereke hene: Helwesta dewletê û helwesta miletê Kurd.

Divê miletê Kurd zimanê xwe di ser her tiştî re bigire.”

“Me xwest em bibin yek lê partiyan astengî derxistin”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî rexneyên tund li partiyên siyasî yên Kurdan girtin û diyar kir ku wan xwestiye hemû sazî û partî di bin banê koordînasyonekê de bibin yek lê berjewendiyên siyasî rê li ber vê yekê girtiye.

Cizîrî got, “Me xwest em koordînasyoneke navendî ya ziman ava bikin.

Lê mixabin piştî me platform ava kir, gelek kesan xwe da alî. Hinek tiştên siyasî dikevin pêşiya vî karî.

Em naxwazin hevdû bişikînin û tometbar bikin lê divê ev maf were bidestxistin. Ziman ne malê partiyekê ye, malê hemû Kurdan e.”

“Siyasetmedarên Kurd bi Kurdî naaxivin”

Pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê pirsî, “Gelo siyasetmedarên ku bi xwe bi Kurdî naaxivin, çawa dikarin ji gel bixwazin ku xwedî li ziman derkevin?”

Şerefxan Cizîrî ev pirs rast dît û wiha bersiv da:

“Tu rast dibêjî. Kesê ku bi Kurdî nizanibe, divê nekin namzed, nekin parlamenter an şaredar.

Me ev daxwaz gelek caran kir lê bi cih neanîn. Siyasetmedarên partiyên me yên girseyî di pratîkê de giringiyê nadin vê yekê.

Eger serokê partiyê, berpirsê saziyê bi Kurdî naaxive, nikare ji xelkê re bibêje ‘herin dersa Kurdî hilbijêrin’. Ev dibe durûtiyek.”

“Divê Saziya Zimanê Kurdî were avakirin”

Cizîrî di dawiya axaftina xwe de çareseriya bingehîn destnîşan kir û xwest ku statuyeke fermî ji bo zimanê Kurdî hebe.

Cizîrî wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Çawa Saziya Zimanê Tirkî (TDK) heye, divê Saziya Zimanê Kurdî jî bi awayekî fermî were avakirin.

Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.

Heta ku ev gavên şênber neyên avêtin, nîqaşên li ser dersên bijarde têrê nakin.

Zimanê Kurdî taca serê Kurdan e û bêyî ziman hebûna me nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst