PAK û PSKê li kolanên Amedê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir

08-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyonên Jinan ên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)  li Amedê  8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.

Endamên jin ên PAK û PSKê îro Yekşemê 8ê Adarê, ewil li Şaxa Amedê ya PAKê civîyan û li vê derê daxuyanîyek di derbarê 8ê Adarê Roja  Jinên Cîhanê xwendin.

Paşê jî  endamên jin ên PAK û PSKê derketin kolanên Amedê û li kolanan qerenfîl li jinan belav kirin.

Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û gelek rêvebir û endamên herdu partiyan jî beşdarî çalakiya dîyarîkirina qerenfîlan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst