Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Medya û Agahdariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê yê 28ê Sibatê ve, 809 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di daxuyaniya fermî ya hikûmetê de wiha hat gotin:
"Amarên êrişan ji 28ê Sibatê heta 20ê Nîsanê hatine tomarkirin. Herêma Kurdistanê di rêza yekem a wan welatan de ye ku ne beşek in ji şer lê tevî bêalîbûnê jî herî zêde zerera canî û madî dîtine."
Li gorî amarên hikûmetê, ji ber van êrişan 20 kes şehîd ketine û 123 kes jî birîndar bûne.
Her wiha bi sedan welatî ji ber zererên li ser mal, kargeh û otomobîlên xwe ziyanmend bûne.
Amarên êrişan li gorî parêzgehan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrguliyên êrişan bi vî rengî eşkere kirin:
Parêzgeha Hewlêrê: 477 êriş hatine kirin. Di van êrişan de 419 dron û 58 mûşek hatine bikaranîn.
Di encamê de 10 şehîd û 83 birîndar hene. Her wiha 726 welatî ji ber xisarên li ser mal, xanî, otomobîl û kargehên xwe zerer dîtine.
Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê: 235 êriş hatine kirin. 194 dron û 41 mûşek hatine bikaranîn.
Di encamê de 3 şehîd û 6 birîndar hene. Di nava 24 êrişên li ser herêmên sivîl de, bi dehan welatî ziyanmend bûne.
Parêzgeha Dihokê: 29 êriş hatine kirin û di hemûyan de 29 dron hatine bikaranîn. Zêdetirî 13 caran êrişî şirketên sektora taybet hatiye kirin û zerer gihîştiye malên welatiyan.
Îdareya Serbixwe ya Soranê: 68 êriş hatine kirin. 59 dron û 9 mûşek hatine bikaranîn. Di encamê de 7 şehîd û 34 birîndar hene. Mal û kargehên 35 welatiyan zerer dîtine.
Li gorî rapora giştî ya hikûmetê, di navbera 28ê Sibatê û 20ê Nîsanê de bi giştî 701 dron û 108 mûşek li dijî Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn.
Di encama van 809 êrişan de bîlançoya qurbaniyan gihîşt 20 şehîd û 123 birîndaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse