Li Dêrsimê xelk bi ser ket: Kargeha bermahiyan nayê çêkirin

08-05-2024
RÛDAW
Kargeha bermahiyan nayê çêkirin
Kargeha bermahiyan nayê çêkirin
Nîşan Dêrsim Jîngehparêz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 7 salan daxwaza Dêrsimiyan a betalkirina projeya çêkirina kargeha bermahiyan ji aliyê meclîsa nû ya Şaredariya Dêrsimê ve hat qebûlkirin.

Şaredariya Dêrsimê û 5 şaredariyên navçeyan dixwest li gundê Tulikê yê Dêrsimê, 54 hezar û 900 daran bibirin û li şûna wan kargeha bermahiyan ava bikin.

Xelkê wî gundî û jîngehparêz bi dehan caran li dijî wê projeyê nerazîbûn nîşan da û xwepêşandan kirin.

Di encama nerazîbûn û tekoşîna bi pêşengiya Platforma Jîngeh û Jiyanê ya Kirmizidagê de piştî 7 salan şaredariya niha biryar da ku ew kargeh li wî gundî neyê çêkirin.

Doh beriya civîna Meclîsa Şaredariya Dêrsimê, Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak guhdariya gundiyan kir.

Konak diyar kir ku pêwîstiya Dêrsimê bi kargeheke bermahiyan heye lê ew dê nehêlin ku cihê wê kargehê ziyanê bide xelkê û jîngehê.

Heman rojê di civîna Meclîsa Şaredariya Dêrsimê de bi piraniya dengan daxwaza xelkê gundê Tulikê hat qebûlkirin û ew proje dê li cihekî din were çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst