Li Merîwanê ciwanekî dayîk, bav û xwişka xwe kuştin

08-05-2024
RÛDAW
Nîşan Merîwan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî 17 salî bi çekê dayîk, bav û xwişka xwe kuştin.

Fermandarê Polîsê Sineyê Elî Azadî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku kujer ji aliyê wan ve hatiye desteserkirin.

Elî Azadî amaje bi wê yekê jî kir ku kujer li xwe mikur hatiye ku ji ber pirsgirêkan malbatê wî dayîk, bav û xwişka xwe kuştine.

Welatiyê bi navê Mihemed Nezeriyê 43 salî û hevjîna wî Bêgerd Salihiya 38 salî û keça wan a bi navê Mehna Nezerî doh li taxa Nûbihara Merîwanê hatibûn kuştin.

Li gorî zanyariyan kurê malbatê yê 17 salî piştî ku ji dibistanê vedigere bi çekê dayîk, bav û xwişka xwe dikuje.

Li gorî gotina Elî Azadî kujer dema hatiye desteserkirin 2 çek jî pê re bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst