Li Wan û Sêwazê 4 bira bi hev ketin: 2 kes hatin kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Sêwaz Bira Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê di du bûyerên cuda de, nîqaşa di navbera birayan de bi xwînê bi dawî bû û 2 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Serhat Newsê li navçeya Rêya Armûşê ya parêzgeha Wanê doh li taxa Mendanê di navbera birayên bi navê Caner Kolçelîk û Taner Kolçelîk de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaş veguherî pevçûnê û Caner Kolçelîk bi kêrê êrişî birayê xwe Taner Kolçelîk kir û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birayê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Tevî hemû hewldanên bijîşkî Taner Kolçelîk nehat rizgarkirin û mir.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina Caner Kolçelîkê ku piştî bûyerê reviyaye xebat dan destpêkirin.

Li Sêwazê pevçûna du birayan

Li taxa Gulyurtê ya parêzgeha Sêwazê li qata duyem a avahiyekê di navbera Cîhan D.yê 31 salî û birayê wî Gokhan D.yê 32 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş mezin bû, Cîhan D. birayê xwe ji sînga wî birîndar kir.

Gokhan D. bi ambulansê veguhastin nexweşxaneyê lê tevî midaxeleyan ew jî mir.

Gumanbar Cîhan D.yê ku piştî bûyerê reviyabû, ji aliyê polîsan ve li nêzîkî stasyona trenê hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst