Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Partiya Saadetê

08-05-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Partiyê Saadetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Partiya Saadetê û bi Serokê Giştî yê wê partiyê Temel Karamollaoglu re civiyan.

DEM Partiyê û Partiyê Saadetê tekez kir ku divê dîyaloga partiyên mixalefetê zêdetir be.

Hevserokên DEM Partiyê ji bo gotûbêjkirina mijarên di rojeva Tirkiyêyê amadehiyên destûra nû bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da.

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku divê di destûra bingehîn de gelek yasa bên guhertin û desthilat jî dixwaze di wî warî de gavan bavêje.

Piştî Karamollaoglu Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî amaje pê bi wê yekê kir ku di serî de ji bo Pirsa Kurd û ji bo hemû pirsgirêkan Necmettîn Erbakan alîgirê dîyalogê bû.

Ew bi vê yekê bawer in ku li Tirkiyeyê pirsgirêk dê bi rêya dîyalogê bên çareserkirin.

“Ti pirsgirêk nînin ku bi rêya diyalogê çareser nebin”

Tuncer Bakirhan behsa naveroka civînan jî kir û got:

“Me pirsgirêkên Tirkiyeyê nîqaş kirin, li ser encamên hilbijartinên 31ê Adarê gotûbêja me çêbû.

Me rewşa herêmê, Rojhilata Navîn û Filîstînê nîqaş kir. Dîsa ji ber ku destûreke nû di rojevê de ye, me li ser wê danûstendinek kir.

Piştî encamên hilbijartinên 31ê Adarê em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêkeke Tirkiyeyê nîne ku bi rêya dîyalogê neyê çareserkirin.

Di rojên pêş de ji bo çareserkirina pirsgirêkên di rojeva Tirkiyeyê de me nêrîna xwe anî ziman ku divê mixalefet zêdetir were ba hev û zêdetir di nav dîyalogê de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst