Motorsîkleta polîsan lê xistibû: Cenazeyê Gultekîn Ozturk hat veşartin

08-05-2024
Nîşan Motorsîkleta Polîsan Gultekîn Ozturk Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gultekîn Ozturkê 58 salî yê ku li Amedê motorsîkleta polîsan lê xistibû hat veşartin.

6ê Gulanê dema ku Gultekîn Ozturk dixwest li Bulvara Dîclekentê derbasî aliyê din ê re bibe motorsîkleta polîsan lê xistibû.

Xwîn çûbû ser mêjiyê Gultekîn Ozturk û ew li Naxweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dihat dermankirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Gultekîn Ozturk îro canê xwe ji dest da û li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst