Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ajeldar ajelên xwe dibin mêrg û zozanan.
Gamêşên li Deşta Mûşê piştî zivistaneke dirêj ji axur û goman derketin û li çêrgeh û zozanan belav bûn.
Ajeldar bi hatina biharê û germbûna hewayê kêfxweş in, lewra ji zehmetiya zivistanê ya xwedîkirina dewarên xwe rizgar bûne.
Êdî bêyî ku xerciyekê bikin û biwestin, ajelên wan têr dixwin.
Ajeldar Mehmet Emîn Ozdemîr got:
“Em debara xwe bi ajeldariyê dikin. Dahata gamêşan baştir e.
Şîr, penîr, mast, rûn û toyê wan baş in û şîfa ne.
Gamêş demjimêr 10an tên avê vedixwin.”
Ajeldar ji ber ku şîrê wan zêde dike û bandora germê kêm dike rojane 3-4 demjimêran gamêşên xwe di Çemê Avareşê de hênik dikin.
Serokê Yekîtiya Xwediyên Gamêşan Yuksel Erkul anî ziman:
“Dema çêrgeh û zozanan dest pê kiriye, gamêşên me 5-6 mehan di hundir de mane.
Niha li zozanan û derve ne lê divê rojê du caran bikevin nav avê.”
Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanan a Mûşê li wê parêzgehê 235 hezar dewar û milyonek û 50 hezar mih û bizin hene.
Mûş di hejmara dewaran de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza 15an de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse