Navenda Nûçeyan - Li navçeya Gever a Colemêrgê ku li Bakurê Kurdistanê navendeke girîng a ajledariyê ye, gel kevneşopiya pezbirê ligel stran û govendan didomîne.
Li hinek herêmên Bakurê Kurdistanê gelek malbat debara xwe bi xwedîkirina pêz dikin. Li wê derê welatiyên ku pez xwedî dikin, hersal şahiya pezbirê saz dikin û pezê xwe dibirin da ku pez paqij, honik û sivik bibe û herwiha şîrê wan zêde bibe. Di vê şahiyê de jî hersal dîmenên cuda û rengîn derdikevin holê.

Li gundê Karadaga ku 27 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, kesên ku pêz xwedî dikin, rahiştin alav û amûrên ku ji bo şahiyê pêwîst in û ligel malbatên xwe çûn ciyê ku av lê heye, kon vegirtin.

Gundiyan di çalakiya ku wekî şahiyekê derbas bû de qedera 2 hezar pezê ku pêşda hatibû şûştin, bi cewê heriya pez mih û berxan birrîn.
Bi hiriya pez jî lihêf, balgî û doşekan çêdikin û herwiha hirî ji cihêzê keçan tê bikaranîn.

Li herêmê ev şixula ku jê re "pezbir" tê gotin, bi stran û govendên kurdî heya êvarê berdewam dike.
Selamî Erez ê ku pêz xwedî dike, diyar kir ku ew hersal vê şahiyê di 5-10ê tebaxê de saz dikin.

Erez diyar kir ku ew pêşiyê pez dişon û paşê jî li ciyê ku av lê heye konên xwe vedigirin û wiha pê de çû: “Em şahiya xwe dikin. Herkes mihekê digire, serjê dike û dipêje. Ji navenda navçeyê jî heval, hogir, mêvan û eqreba tên. Li gund hema tu bêje herkes pêz xwedî dike. Heta hinek kes jî hene ku li Geverê dijîn, lê ji bo pezbirê tên vê derê û pêz dibirrin."

Erez bal kişand ku ew hersal qedera 2 hezar pezî dibirin û wiha dewam kir: “Ev kevneşopî vedigere zemanê berê. Em her sal dikin. Em stranan dibêjin û piştî xwarinê jî em radibin û govenda xwe digerînin û herwiha li kêfa xwe mêze dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse