COLEMÊRG - Kûçikê wefadar 10 roj in ji ser gora xwediyê xwe naçe

31-07-2025
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Gever Mugdat Esener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, kûçikek ev 10 roj in ji ser gora xwediyê xwe yê bi navê Mugdat Esener naçe.

Wefadariya wî kûçikî ku Esener çar sal berê ew kolanê dîtibû, dilê her kesî diêşîne.

Mugdat Esenerê 27 salî li Wanê krîza dil derbas kiribû û tevî hemû hewldanên bijîşkan canî xwe ji dest da bû.

Termê wî di 21ê Tîrmehê de li goristana gundê Heleyîsê yê Geverê spartibûn axê.

10 roj in li ser gorê disekine

Kûçikê Esener ê ku wî di temenê biçûk de xwedî kiribû, piştî veşartinê qet ji ser gorê neçû.

Dostê wefadar ê ku li gel hewaya germ û mercên derdorê bi rojan e li ser gorê disekine, hem Malbata Eseneran û hem jî kesên ku serdana goristanê dikin xemgîn dike.

“Ev kûçik êdî emanetê birayê min e”

Birayê Esener Mugdat ê ku wefat kiribû Enes Esener got, “Ji veşartinê heta niha 10 roj derbas bûn lê kûçik hîn jî li ser gorê disekine.

Birayê min ev kûçik li kolanê dîtibû, ew mezin kiribû û gelekî jê hez dikir. Êdî ev kûçik emanetê wî ye ji me re.

Em dê herî kêm bi qasî birayê min baş lê binêrin.”

Hat diyarkirin ku Mugdat Esener îsal ji Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê xilas kiriye, wekî kesekî ajeldost dihat naskirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst