Li Sêrtê pevçûna malbatan: Kesek hat kuştin

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sêrt Pevçûn Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber lihevnekirina li ser erd di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gundê Şaşê yê navçeya Dihê şeva borî di navbera du malbatan de pevçûn derket.

Endamên malbatan bi çekan êrişî hev kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûne cihê bûyerê.

Di encama pevçûnê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Her wiha derbarê bûyerê 6 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst