Endezyarê Kurd: Li Efrînê birîn û şewitandina daristanan ji aliyê grûpên terorîst ve berdewam e

08-09-2021
RÛDAW
Li Efrînê birîna daristanan
Li Efrînê birîna daristanan
Nîşan Efrîn Birîn Şewitandin Daristan Henîf Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê gelek darên zeytûnan hene ku temenê wan bi sed salan in, an hatine birrîn, an jî hatine şewitandin. Endezyarê Çandiniyê Henîf Reşîd dibêje got “Li ber çavên leşkerên Tirkan ev grûpên terorîst yên Îxwanî Mislimîn heya niha şewitandin, birîna daran xelas nekirine û nesekinîne.”

Roja duşemê, 6ê îlonê, grûpeke çekar a girêdayî Tirkiyê li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê agir berdabûn zeviyên zeytûnan ên cotkarên Kurd.

Dîmenên birîna darûberên gundekî nahiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê, taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine kişandin û şandin.

Ji dema ku grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ligel artêşa Tirkiyê ev herêma Rojavayê Kurdistanê di Adara 2018an de dagir kirine, birîn û şewitandina darzeytûnan û darên daristanê herêmê bûye kiryareke sîstematîk a van grûpên girêdayî Tirkiyê.

Li herêmê gelek darên kevnare yên ku temenê wan bi sedên salan e hatine birîn an jî şewitandin.

Henîf Reşîd, endezyar û pisporê zanistên çandiniyê ku lêkolînên hûr derbarê darzeytûn û daristanên Efrînê de kirine, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Endezyarê Çandiniyê Henîf Reşîd dibêje “Piştî dagirkirina Çiyayê Kurmênc ji aliyê Tirkan ve bi amadekariya çeteyên Îxwanên Mislimîn, dar û berên li Çiyayê Kurdaxê û goristanên olî ku temenên wan mezin in hatin birîn û şewitanin. Yek ji wan goran gora Şêx Hemze li navçeya Bilbilê dara gêlberiyê ku temenê bêtirî 500 sal bû hate birîn.”

Dîmenê dara Gêlberiyê, an jî sindyan Rûmî ye ku li mezargehê Hemze li Bilbilê, ji aliyê grûpên çekdar ve Mijdara 2018an hatibû birîn. Herwiha dîmenê dara Mistê li gundê Qermîtliqê, nahiyeye Şiyê ye ku temenê wê bêhtirî 200 salî bûye, hatiye birîn û şewitandin. Dîmenê darzeytûneke kevnare ya ku ji zeviyê cotyarekê Kurd li gundê Celemê hatiye birîn.

Li aliyê din dîmenê Çiyayê Hechesna yê berî ku grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê herêma Efrînê dagîr bikin, di roja 1ê Îlona sala 2017an hatiye kişandin. Herwiha dîmenê heman Çiyayî ye ku roja 15ê tabaxa 2020 hatiye kişandin û tê de diyar dibe ku rûbereke berfireh ji daristanên wî bi temamî hatine birîn.

Henîf Reşîd got jî “Ji Çiyayê Kurdaxê, yê mezîn Çiyayê Hawarê ye cih û warê darên zeytûnan e ku bi deh hezaran dar lê hene û Çiyayê Hec Hesna ji navçeya Cindirêsê ew jî cih warên darên merxê, sînga û darên din in. Li ber çavên leşkerên Tirkan ev grûpên terorîst yên Îxwanî Mislimîn heya niha şewitandin, birîna daran xelas nekirine û nesekinîne.”

Dîmenên herî nû yê şewitandinan darzeytûnên cotyarên Kurd li navçeya Şêrawa ne ku roja duşema li ser destê grûpên çekdar hatibûn şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst