Doza şewitandina penaberên Sûrî - 'Divê peywendiyên kujer bên eşkerekirin'

14-06-2023
Omer Sonmez
Sê penaberên Sûrî yên hatibûn şewitandin
Sê penaberên Sûrî yên hatibûn şewitandin
Nîşan Îzmîr Şewitandin Doza Penaberên Sûrî
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Duyemîn rûniştina doza şewitandina 3 karkerên penaber ên Sûrî, di 14ê Gulana 2023an de, li 1emîn Dadgeha Cizayê Giran a Îzmîrê birêve çû.

Di 16ê Mijdara 2021an de karkerên penaber ên Sûrî yên bi navê; Ahmed Al-Alî (21), Muhammed el-Biş (17), Memun al-Nabhan (23) li navçeya Guzelbahçeya Îzmîrê ji aliyê nîjadperestê Tirk Kemal Korukmaz ve, dema ew di xew de bûn bi benzînê hatibûn şewitandin.

Di rûniştinê de, 3 geşedanên girîng çêbûn. Ya ewil, bersûc bi parastina nivîskî îfadeyên xwe yên ewil ku lixwe mikûr hatibû red kir û îdia kir ku ew penaberên Sûrî nekuştiye. Ya duyem, bi rapora Tiba Edlî hat îsbatkirin ku kujerê bersûc xwedî ehliyeta cezaî ye û tendurustiya wî ya eqlî di cih de ye. Ya sêyem jî bersûc her du parêzerên xwe ji wezîfeya parastinê kişand. Ji loma jî rûniştina duyem bi qasî saet û nîvekê ajot.

Parêzerê malbatên qurbaniyan û Serokê Şaxa Îzmîrê ya Komeleya ÎHDê Zafer Înce got "Bersûc li dadgehê ji xwe re bi senaryoyeke nû lîstikan dilîze. Me di destpêka bûyerê de jî gotibû ku ev sûcê nefretê ye û bi qesdî mirov hatine kuştin. Em dîsa dibêjin dibe ku ev sûcekî takekesî nebe, li pişt kujer hin kes û alî hebin. Ji xwe îfadeyên wî yên ewil jî wisa bû. Em dibînin ku di dozê de xemsariya hêzên ewlehî û agirkujiyê heye."

Beriya doz dest pê bike Platforma Mafên Penaberan, ku hejmarek ji saziyên penaber û mafên mirovan pêk tê; li ber derîyê dadgehê bi daxuyanîya bi zimanên Tirkî û Erebî daxwaza ronîkirina bûyera komkujiya nîjadperestîyê kirin.

Berpirsê Platforma Mafên Penaberan Taha Algazî dibêje "Di demên dawî de li Tirkiyê, zimanê nîjadperestî û cudakariyê ya sîyasetmedaran dibin sedema bûyerên nefretê yên li dijî penaberan. Ger wiha dewam bike tirsa me ew e ku bûyerên nîjadperestî yên bi vî rengî zêdetir bibin."

Ji ber ku malbatên qurbaniyan li bajarên cuda bûn vê carê ji wan tu kes beşdarê dozê nebûn.

Di 16ê Mijdara 2021an de dema penaberên Sûrî canê xwe ji dest dabûn wê demê li gorî raporên agirkujî û polîsan hatibû gotin ku şewat ji ber sobeya elektrik çêbûye. Lê rastiya bûyerê ancax pişti 35 rojan, di 21ê Kanûna 2021an de eşkere bûbû. Lewra nîjadperestê bi navê Kemal Korukmaz ku ji ber sûcek din hatibû desteserkirin, lixwe mikûr hatibû ku ew bi benzînê mala ku karkerên penaber lê diman şewitandiye.

Berpirsê Komele û Karûbarên Medyaya Koçberan Deysem Sitî diyar kir "Deysem di runistina ewil de eleqe ú besdari gelek vas bû. Ji baro, saziyên Mafên murovan beşdari hebû. Lê niha besdarî gelek kêm e. Em jî şaş man."

Îdianameya dozê piştî 12 mehan hatibû amadekirin û doz hatibû vekirin. Di doznameyê de ji bo kujerê bersûc 3 car cizayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin. Rûniştina ewil a dozê piştî 14 mehan, di 1ê Adara 2023yan de birêve çû.

Di duyemîn rûniştina doza şewitandina 3 karkerên penaber ên Sûrî de biryara berdewamiya kujerê bersûc hat dayîn û doz ji bo 4ê Cotmeha 2023yan hate taloqkirin. Ji ber ku eleqe û beşdariya bo dozê gelek kêm bû, Platforma Mafên Penaberan banga xwedîlêrketina dozê li saziyên civaka sivîl û li partiyên siyasî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst