Dêrsim (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran ya Tirkiyeyê (TUÎK), Dêrsim di nav bajarên ku rêjeya nifûsê ya ji 90 salî mezintir li wan herî zêde ye yekem e.
Bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê bi xwezaya xwe ya bêhempa, ava xwe ya zelal û nebatên xwe yên endemîk jiyaneke xwezayî pêşkêşî şêniyên xwe dike.
Kal û pîrên Dêrsimê raz û sirên temenê xwe yê dirêj ji Rûdawê re eşkere kirin.
Li gorî daneyên TUÎKê, li Tirkiyeyê bajarên ku rêjeya nifûsa 90 salî û jor lê herî zêde ye Dêrsim, Gîresûn û Artvîn in.
Bi taybetî Dêrsim bi rêjeya ji sedî 0,9 balê dikişîne ku ev rêje sê qat ji navîniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetir e.
Dêrsima ku xwedî geliyên Munzûr û Pilûrê ye, di salên dawî de wekî bajarê ku jiyana xwezayî diparêze derketiye pêş.
Bajar bi bedewiya xwe ya xwezayî û çanda xwe van demên dawî di nav wan bajaran de ye ku herî zêde geştyaran vedihewîne.
Xelkê Dêrsimê heta neçar nemînin berê xwe nadin xwarinên fabrîkayan.
Bi taybetî mehên biharê ew tercîh dikin ku giyayên şîfadar ên wekî sîrmo û kerengê bixwin ku di xwezayê de şîn dibin.
“Ava çiyayan derman e”
Kal û pîrên Dêrsimê yên 90 salî û jor, sira jiyana xwe ya dirêj bi xwarinên xwezayî û xwezaya Dêrsimê ve girê didin.
Ew ji nifşên nû re şîret dikin ku xwarinên xwezayî yên ku mirovên berê dixwarin, bixwin.
Seydalî Kizilbogayê 94 salî ji Rûdawê re wiha behsa sira jiyana xwe dirêj kir:
“Ez 94 salî me. Me qawît, rûn, mast û qeymax dixwar. Kesî ji çayê hez nedikir.
Me ev tişt pêşkêşî mêvanên xwe jî dikirin. Hemû kanî û çavkaniyên avê yên ku ji çiyê dertên derman in.”
“Me dev ji rûnê xwe berda, nexweşiyan dest pê kir”
Alî Yildizê 90 salî jî got, “Heywanên me hebûn, me rûn çêdikir, me penêr çêdikir û me tenê ev dixwarin.
Rûnê îro ne rûn e, me berê rûnê heywanan dixwar lê ji me re gotin ew rûn ne baş e.
Me jî dest bi xwarina rûnê hazir kir û nexweşiyan dest pê kir. Tansiyona min piştî wan rûnan bilind bû.”
Yaşar Soyluçîçek jî wiha got, “Em dew, mast, torak û rûn dixwin, em bi van tiştan mezin bûne û em dev ji van bernadin.
Hewaya Dêrsmî jî gelekî xweş e. Dema ez li Bursayê dimînim tansiyona min her tim bilind e lê dema ez têm Dêrsimê, dadikeve.”
“Ciwan zû dimirin”
Cemîle Çîçeka 80 salî jî wiha got, “Bi saya rûnê me yê berê û toraka me, em gihîştin van salan û em jiyana xwe didomînin.
Eger me xwarinên vê demê bixwara, em dê ji dermanan xilas nebûya. Mirovên niha dermanan bi kar tînin, her tiştî vedixwin, her ku diçe ber bi xirabiyê ve diçin.”
Emîne Demîrê jî wiha behsa behsa xwe kir, “Mirovên niha ji ber tiştên ku dixwin, temenê wan kurt e.
Ciwan dimirin, nikarin bixebitin. Lê ez 70 salî me û ez dixebitim, ev jî bi saya rûn û toraka ku ez dixwim.”
Pispor diyar dikin ku li pişt temenê dirêj, ji bilî faktorên genetîkî, dibe ku xwarina xwezayî, jîngeha paqij û tempoya jiyanê ya aram jî bi bandor bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse