Çîn li pey bêmiriniyê ye: Gelo mirov dikare 150 salan bijî yan qet nemire?

10-11-2025
RÛDAW
Nîşan Çîn Bêmirinî Temendirêj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku mîkrofoneke televîzyona dewleta Çînê di van demên dawî de axaftina Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li ser îhtimala jiyana heta bi 150 salî û belkî jî hetahetayê tomar kir, gelek kesan bi fikar û tirs bertek nîşan da.

Li gorî raporeke New York Timesê, li laboratuara Lonvi Biosciencesê ya şirketeke dermanên temendirêjiyê ya li bajarê Shenzhenê yê başûrê Çînê, ev yek nebû sedema ti rexneyan.

Serokê Teknolojiyê yê şirketê Lyu Qinghua ku hebên dijpîrbûnê yên li ser bingeha madeyeke di ekstrakta tovê tirî de bi pêş xistine, got, "Jiyana heta 150 salî bê guman realîst e. Di nava çend salan de ev dê bibe rastî."

Ew bi guman e ku dermanê modern bi temamî mirinê têk bibe -tiştekî ku Putin gotibû bi neqla organan mimkin e- lê ew difikire ku zanista temendirêjiyê ew qasî bi lez pêş dikeve ku heta tiştên xuya ne mimkin jî dibe ku pêk werin.

Wî pêşbînî kir û got, "Di nav pênc heta 10 salan de, kes dê bi penceşêrê nekeve."

Ji qeyserê yekem heta milyarderên teknolojiyê

Lêgerîna li îksîra jiyanê ku di salên dawî de ji aliyê milyarderên teknolojiyê yên Amerîkî yên wekî Peter Thiel ve bi kelecan hatiye pêşwazîkirin, li Çînê zêdetirî du hezar sal in berdewam dike.

Vê yekê bi qeyserê yekem Qin Shi Huang dest pê kir ku wî ji bo dîtina dermanên nemirinê li seranserê welêt ferman da.

Her wiha ji bo ku eger ev hewldan bi ser nekeve, wî ferman da ku bi hezaran şervanên terra-cotta werin çêkirin da ku di gora wî de wî biparêzin.

Qeyser di 49 saliya xwe de mir, dibe ku ji ber bijehrketina bi cîvayê ku di dermankirineke dijpîrbûnê de bi kar anîbû.

Bêhneke sextekariyê ji destpêkê ve li ser karsaziya demdirêjiyê heye lê veberhênana ji aliyê dewlet û şirketên taybet ve, her wiha zêdebûna eleqeya di nav rêberên Çînê û gel de, ev yek kiriye şaxeke rewa û carinan jî qezencdar a dermanfiroşiyê.

Çîn bi milyar dolaran veberhênanê dike

Çîna ku dixwaze di biyoteknolojî, hişê çêkirî û teknolojiyên din ên pêşketî de bigihîje Rojava û heke mimkin be jê derbas bibe, pîşesaziya demdirêjiyê kiriye pêşaniyeke neteweyî û bi milyar dolaran di lêkolîn û projeyên bazirganî yên pêwendîdar de veberhênan kiriye.

Vadim Gladyshevê ku profesorekî li Dibistana Bijîşkî ya Harvardê ye û di warê temendirêjiyê de karên pêşeng kiriye got:

"Ew gelekî bi lez pêş ketine. Çend sal berê li vir tiştek tune bû û Rojava hîn li pêş bû."

Gladyshev di serdaneke xwe ya dawî ya Çînê de ji bo beşdarbûna du konferansên zanistî got, "Lêkolînerên Çînî bi lez digihîjin me."

Li gorî People's Dailyê, organa Partiya Komunîst, temenê navînî yê jiyanê li Çînê par gihîşt 79 salan ku pênc sal ji navîniya cîhanî bilindtir e.

Lê ev yek ku bi başkirinên domdar ên di lênihêrîna tenduristî û şêwaza jiyanê de pêk hatiye, hîn jî li paş navîniya Japonyayê ya nêzîkî 85 salan û gelekî dûrî 150 salên ku Xi behsa wan kir dimîne.

"Projeya Tenduristiyê ya Rêberan"

Dibe ku Xi û Putin, ku her du jî 72 salî ne, tenê sohbeteke asayî kiribe lê mixalifên sirgûnkirî yên Partiya Komunîst ev yek cidî girt û amaje bi vîdeoyeke sala 2019an kir ku li ser medyaya civakî ya Çînê belav bûbû û îdia dikir ku ew danasîna nexweşxaneyeke leşkerî ya elît a li Pekînê, 301 e ku rayedarên payebilind derman dike.

Vîdeoya ku bi lez ji aliyê sansorên Çînê ve hat rakirin, pesnê xwe dida ku nexweşxane ji bo "Projeya Tenduristiyê ya Rêberan a 981" karên pêşeng dike û armanc dike ku temenê kesayetiyên payebilind ên partiyê heta 150 salan dirêj bike.

Di vîdeoyê de dihat gotin, "Temenê navînî yê rêberên Çînê ji yê rêberên welatên pêşketî gelekî dirêjtir e" û amaje bi xebatên dehsalan ên nexweşxaneyê ji bo saxlemana rêberên wekî Mao Zedong, ku di sala 1976an de di 82 saliya xwe de mir, û Deng Xiaopingê ku di sala 1997an de di 92 saliya xwe de mir, dikir.

Televîzyona dewletê ya Çînê ku di meha îlonê de li Pekînê berî merasîmeke leşkerî bi awayekî bêhemdî axaftina di navbera her du rêberan de tomar kiribû, ferman da ajansên nûçeyan ên rojavayî ku dîmenan jê bibin.

Firotina xeyala bêmiriniyê

Ji bilî van gotinan, kelecana Çînê ya ji bo dirêjkirina jiyanê, bi mezinbûna wê ya aborî ya bi lez re paralel mezin bûye ku ev yek dem û pere daye bi sed hezaran mirovan da ku ji fikra jiyana rojane wêdetir bifikirin.

Yek ji şirketên Çînî yên ku sûdê ji vê pêlê werdigire, Time Pie ye, komeke li Şanghayê ku bi firotina pêvekên xwarinê dest pê kir û niha konferansên zanistî organîze dike û kovareke bi navê "Aging Slow, Living Well" (Hêdî Pîr Bibe, Baş Bijî) diweşîne.

Hevdamezirînerê şirketê Gan Yuyê got, "Berê li Çînê kesî behsa temendirêjiyê nedikir, tenê Amerîkiyên dewlemend. Niha gelek Çînî eleqedar in û pereyê wan heye ku jiyana xwe dirêj bikin."

Eleqeya zêde di kombûneke navneteweyî ya vê dawiyê de ku ji aliyê Time Pie ve li Şanghayê hat organîzekirin, diyar bû.

Di kombûnê de zanyarên Çînî û biyanî lêkolînên xwe pêşkêş kirin, her wiha şirketên ku krem û dermanên dij-pîrbûnê, gojî, odeyên krîyojenîk û hîperbarîk û amûrên din ên ku tê gotin pîrbûnê hêdî dikin, difirotin.

Di konferansê de her wiha zanyarên cidî yên wekî Gladyshev û Steve Horvath, lêkolerekî Alman-Amerîkî yê pîrbûnê ku di vî warî de bi pêşxistina yekem "saeta pîrbûnê" efsane ye, beşdar bûn.

Horvath got ku zanista temendirêjiyê berê di bin serweriya "îdiayên hov" de bû ku gelek zanyarên rewa dûr dixistin lê di salên dawî de "bipêşketineke mezin" dîtiye, di nav de li Çînê jî.

Wî lê zêde kir, "Êdî di konferansên zanistî de kesekî cidî behsa bêmirinê nake ji ber ku ew pir bêwate ye."

Mûcîzeya ji dendika tirî

Lonvi, şirketa nû ya demdirêjiyê ya li Shenzhenê ye û armancên wê mutewazîtir in.

Piştî ku zanayên li Şanghayê keşif kir ku pêkhateyeke xwezayî ya di ekstrakta dendika tirî de - procyanidin C1 an PCC1 - bi kuştina bijartî ya hucreyên pîr û parastina hucreyên saxlem, temenê mişkan zêde dike, şirketê di sala 2022yan de laboratuarek vekir.

Mişkên ku bi vê pêkhateyê hatin dermankirin, di tevahiya jiyana xwe de ji sedî 9,4 û ji destpêka dermankirinê ve ji sedî 64,2 dirêjtir jiyan.

Encamên ku di gotareke Nature Metabolismê ya sala 2021ê de hatin weşandin şoreşgerî bûn.

Veguhestina tiştê ku ji bo mişkan dixebite ji bo mirovan, ceribandinên dirêj û hişk hewce dike û tiştê ku ji bo mişkan dixebite gelek caran mirovan bê hêvî dike.

Lonvi îdia dike ku molekulên di nav wê de ku "hucreyên zombî dikujin" -hucreyên pîr ên ku namirin û zererê didin hucreyên saxlem- îzole kirine û rêyek dîtiye ku kapsulên ku tê de konsantrasyonên bilind ên van hene hilberîne.

CEOyê Lonviyê Yip Tszho ku bi navê Zico tê naskirin got, "Ev ne tenê hebeke din e. Ev kupaya pîroz e."

Şirket difikire ku hebên wan, bi şêwazeke jiyanê ya tendurist û lênihêrîna bijîşkî ya baş re, dikarin alîkariya mirovan bikin ku ji 100 salî derbas bibin û heta 120 salî bijîn.

David Furman ku li Enstîtuya Buckê, navendeke lêkolînê ya biyomedîkî ya li Zanîngeha Stanfordê, got ku hebên Çînî "hêvîdar xuya dikin" lê pêwîst e di ceribandinên klînîkî yên mezin de werin ceribandin.

David Furmanê, profesorê hevkar ê Enstîtuya Buckê ku navendeke lêkolînên biyomedikal li Zanîngeha Stanfordê ku ji bo lêkolînên li ser pîrbûnê hatiye veqetandin, got ku hebên Çînî "xuya dikin ku sozdar in" lê divê di ceribandinên klînîk ên mezin de werin ceribandin.

Furmangot ku Enstîtuya Buckê dê ceribandinan dest pê bike da ku "bandorê nîşan bide û" "dît û îdiayên berê" yên pargîdaniyê piştrast bike.

Yip Tszho hîn jî bazareke mezin dibîne, ne tenê ji bo mirovên xwedî pere, her wiha ji bo heywanên wan ên kedî jî.

Tszho behsa qeyserê yekem ê Çînê kir û got, "Mirovên dewlemend mîna Qin Shi Huang in û ew li bêmiriniyê digerin - an jî qet nebe jiyaneke dirêjtir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst