Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê, ji dema ku hinartina petrolê di meha Îlonê de ji nû ve dest pê kiriye, 8 milyon bermîl petrol radestî Kompanyaya Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) kiriye.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ji Rûdawê re ragihand, "Me heta niha 8 milyon bermîl petrol radest kiriye" û anî ziman ku pêvajo "bêpirsgirêk" dimeşe.
Hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê, piştî rêkeftineke sê mehî ya di navbera hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê yên navneteweyî de, di dawiya meha Îlonê de ji nû ve dest pê kiribû.
Ev rêkeftin, du sal û nîv piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Tahkîmê ya Parîsê hat ku bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û Hewlêrê de rawestandibû.
"Rojane 200 hezar bermîl petrol tê radestkirin"
Li gorî rêkeftina heyî, petrola Kurdistanê radestî Kompanyaya Firotina Petrolê ya Dewleta Îraqê (SOMO) tê kirin û beşek jê ji bo bikaranîna navxweyî tê veqetandin.
Kemal Mihemed diyar kir ku Hewlêr rojane bi navînî "200 hezar bermîl petrol" radestî SOMOyê dike.
Alîkarê Birêvebirê Giştî yê SOMOyê Hemdî Sengerî di nîvê Çiriya Pêşîn de ji Rûdawê re ragihandibû ku rêkeftina sê mehî dê 31ê Kanûna Pêşîn bi dawî bibe.
Li gorî daxuyaniya SOMOyê ya hefteya borî, Îraqê di meha Çiriya Pêşîn de zêdetirî 110 milyon bermîl petrol hinarde kiriye ku zêdetirî pênc milyon bermîl ji wan ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bûye.
Ev hejmar ji hinardeya Îlonê ya ku 102 milyon bermîl bû, zêdetir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse