Li Kercosê karesata sobeyê: 7 kes bi jehrî ketin

59 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Kercos Êlih Kiryas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kiryasê yê navçeya Kercosê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 7 kes bi jehrî ketin.

Li gorî zanyariyan ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobeyê derket, 6 kesên ji heman malbatê û kesekî ku xwest alîkariya malbatê bike bi jehrî ketin.

Dermankirina 7 kesên ku rakirine nexweşxaneyê didome

Bûyer li gundê Kiryasê yê Kercosê qewimî.

Li gorî agahiyan endamên yek malbatê yên bi navên Murat K. (41), Kezban K. (39) û zarokên wan Zeynep K. (16), Hamza K. (11), Taha K. (4) û Ridvan K. (3) ji ber gaza sobeyê bi jehrî ketin.

Her wiha hat zanîn ku kesekî xwestiye alîkariya malbatê bike jî ji ber heman gazê bi jehrî ketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

7 kesên ku bi gazê jehrîketibûn, piştî midaxeleya destpêkê ya tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercosê.

Her wiha ji ber rewşa metirsîdar her 7 kes rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst