Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Meşûî Ereb Xemîs Xencer û şanda pê re civiya û di civînê de rewşa siyasî û geşedanên li herêmê gotûbêjkirin.
Îro Şemiyê 9ê Sibata 2019an, li navçeya Selahedîn a Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Meşûî Ereb Xemîs Xencer û şanda li gel kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hewlên ji bo temamkirina pêkhata hikûmeta nû ya Iraqê û palpiştî kirina li Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û kabîneya wî gotûbêj kirin.
Her di vê hevdîtinê de herdu aliyan derbarê pêkanîna aramî û dubare avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên şerê DAIŞê de nêrînê xwe anî ziman.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse