Cenazeyê leşkerê Kurd piştî 36 salan radestî malbata wî hat kirin

09-02-2022
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Nîşan Haşim Ezîz Nadir Şerê Iraq-Îran Kurd Artêşa Iraqê Îran Rojhilatê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê Kerkûk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Cenazeyê serbazekî Kurd piştî 35 salan li malbata wî hat vegerandin. Haşim Ezîz Nadir di şerê Îran-Iraqê de winda bûbû. Li gel rûfatan (hestî), radyoyek jî radestî malbata wî hat kirin ku serbazê Kurd li gel xwe biribû.

Şerê bê serkeftî

Di ser şerê Iraq û Îranê de ku 8 salan berdewam kir û bêyî aliyek serbikeve bidawî bû, 42 sal derbas bûn. Di şerê di navbera salên 1980-1988 de zêdetirî milyonek kes bûn qurbanî. Ji ber ku şer li herêmên sînorî bû, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ziyaneke mezin dîtin.

Heta niha nayê zanîn ka hejmara leşkerên Kurd ên di artêşên Iraq û Îranê de çend bû û çend ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Haşim Ezîz Nadir ku xelkê gundê Qutan ê Kerkûkê ye, bi yasaya leşkeriya neçar di heyama şerê li gel Îranê de sala 1986an de bo artêşa Iraqê hat wergirtin û heman salê di wî şerî de winda bû.

Piştî 36 salan

Malbata Haşim Ezîz Nadir ti zanyarî derbarê çarenivîsa wî de nebûn, lê piştî 36 salan cenazeyê Haşim Ezîz Nadir di nav wan cenazeyan de hat dîtin ku Îranê radestî Iraqê kirine.

Rûfatên Haşim Ezîz Nadir li Besrayê radestî birayê wî hatin kirin û li Goristana Rehîmawa ya Kerkûkê bi axê hatin veşartin.

Nacî Ezîz ku salekê ji Haşim Ezîz Nadir ê birayê xwe biçûktir e, piştî bi dehan sal lêgerîn û çaverêkirinê, li gel rûfatên birayê xwe, radyoyek jî wergirt ku Haşim Ezîz Nadir li gel xwe biribû.

 

 

Radyoya serbazê Kurd

Nacî Ezîz dibêje, birayê wî dema ji malê derket bo leşkeriyê, ji bo ku agahdarî dawî pêşhat û nûçeyan bibe, radyoyek jî li gel xwe bir û diyar kir, ew radyo jî li gel rûfatan radestî wî hat kirin.

Nacî Ezîz ragihand, “Me gelek pirsyara birayê xwe kir. Em çûn Îranê me pirsyar kir. Ji me re gotin, `me li hember wergirtina cenazeyên leşkerên Îranê, radestî hikûmeta Iraqê kiriye`. Di kunyeya (pênase) li gel de navê wî hebû. Radyoya ji malê biribû jî di berîka wî de bû.”

Cenazeyên bê nasname

Cenazeyê serbazê Kurd di nav wan cenazeyên li navçeya Zubeyr de hat dîtin ku 629 cenaze ne û ji aliyê hikûmeta Îranê ve radestî hikûmeta Iraqê hatine kirin.

Hevya Sor a Iraqê û Rêxistina Mafên Mirovan, xebatên xwe yên ji bo diyarkirina nasnameya wan cenazeyan berdewam dikin ku radestî malbatan bikin.

Malbata wî berî niha jî şînek bo Haşim Ezîz Nadir danîbûn û bavê wî jî sala 2007an bêyî ku kurê xwe bibîne ku mezintirîn daxwaz û hêviya wî bû, jiyana xwe ji dest da.

Dawî hevdîtina leşkerê Kurd li gel malbatê

Malbata wî bo cara duyem li Kerkûkê şîn bo Haşim Ezîz Nadir danîn û xwişka wî Gulîxan Ezîz ji Rûdawê re ragihand, “Herî dawî dema hat malê, got, `cihê ez lê leşkeriyê dikim gelek metirsîdar e. Heqê xwe helal bikin`. Dema çû xwest ku em heta serê kolanê li gel biçin. Çû û careke din venegeriya. Em jî 1987an hat koçberkirin.”

Haşim Ezîz Nadir dema ku ji bo artêşa Iraqê şer dikir û jiyana xwe ji dest da, 22 salî bû. Malbata wî ku li gundê Qutan ê Kerkûkê dijî, salek piştî wê, 1987an ji aliyê rejîma Beas ve ji gund hatin koçberkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst