Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya bicihanîna peymana di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, heyeta Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê (SPC) li zeviyên petrolê ya Rimêlanê ya stratejîk lêkolîn kir.
Heyetê ragihand ku xebatkar dê li ser karên xwe bimînin û meaşên wan dê bên başkirin.
Rayedarên Kompanyay Petrolê ya Sûriyeyê îro di dema "geşta keşfê" ya li zeviyên petrolê yên Rimêlan û Siwêdiyeyê de konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Hat diyarkirin ku ev serdan parçeyek ji hevahengiya teknîkî û îdarî ya di navbera hikûmeta Şamê û HSDyê de ye.
"Meaş dê bên başkirin, ewlehî di destê xelkê de dimîne"
Alîkarê Serokê Kompanyay Petrolê ya Sûriyeyê yê Berpirsê Lêgerîn û Hilberînê Welîd Yûsif diyar kir ku hemû kel û pelên li qadê dixebitin û ji ber şer xisareke cidî nedîtine.
Yûsif spasiya xelkê herêmê kir ku amûr û kel û pel parastine û derbarê paşeroja xebatkaran de ev garantî da:
"Karmendên me dê bi me re bimînin. Em dixebitin ku standartên jiyanê û meaşên personelên xwe baştir bikin.
Meaş dê ne wekî yên serdema rejîma berê bin; belkî ne di asta şirketên Amerîkayî yan Brîtanî de bin lê dê di asteke birûmet de bin ku layîqî me ye."
Her wiha hat destnîşankirin ku ewlehiya zeviyên petrolê dê dîsa ji aliyê parêzvanên niha ve were dabînkirin ku ji xelkê herêmê pêk tên û dibe ku personel ji bo bipêşxistina şiyanên xwe ji bo perwerdeyê wan bişînin derveyî welêt.
Di nava hefteyekê de xebatên nûjenkirinê dest pê dikin
Welîd Yûsif pêşbînî kir ku dê di hilberîna petrol û gaza Sûriyeyê de zêdebûn çêbibe.
Welîd Yûsif her wiha ragihand ku dê di nava çend rojan de bi şirketa "Ades"ê re peyman were îmzekirin û di nava hefteyekê de dest bi nûjenkirina bîran û bipêşxistina herêman were kirin.
Bersiva pirsa Rûdawê ya li ser "para Kurdan"
Welîd Yûsif di bersiva pirsa Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fettahê de ya "HSDyê herêm û bîrên petrolê parastin. Gelo dê ji budceya petrolê pareke taybet ji bo Kurdan û xelkê herêmê were veqetandin?" wiha got:
"Wekî ku Serokê Dewleta me di biryarnameya xwe de jî diyar kiriye; Kurd Sûriyeyî ne, ji bo me neteweyeke din tune.
Ew welatiyên vî welatî ne û heq dikin ku heta dawiyê ji dahata petrolê, piştgiriya aborî û bipêşketinê sûdê wergirin.
Dibe ku Reqa, Dêrezor û Heseke di pêşerojê de bi qestî hatibin îhmalkirin lê ev der embarên xwarin û petrolê yên Sûriyeyê ne."
Dahat ji bo xezîneyê
Birêvebirê Pêwendiyên Saziyê yê Şirketê Safwan Şêx Ehmed jî behsa bandora aborî ya hilberînê kir û got:
"Em mehane 2,5 milyon bermîl petrol hawirde dikin.
Vegera tam a hilberîna zeviyên Hisîçayê, dê petrola xav bide parzûngehên Hims û Banyasê.
Ev jî dê wekî dahateke mezin li xezîneya dewletê vegere. Ev dahat dê di navbera hemû parêzgehan de bi awayekî wekhev were dabeşkirin."
Ev serdan û daxuyanî wekî nîşaneya herî berbiçav a wê yekê tên nirxandin ku hevkariya di navbera Şam û HSDyê ya li ser birêvebirina çavkaniyên enerjiyê yên li Rojavayê Kurdistanê veguheriye gaveke pratîk.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse