Hewlêr (Rûdaw) - Piştî veguhestina bi hezaran çekdarên DAIŞê ji Sûriyeyê ber bi zindanên Îraqê, Kurdên Êzidî bi hezaran belgeyên tawanan amade kirine û ji bo vekirina dozan seferber bûne.
Rayedarên Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurdên Êzidî teqez dikin ku di nav van girtiyan de kujerên Şingalê hene û ew dê bi Yasaya Terorê hesab ji wan bipirsin.
Alîkarê Serokê Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya Îraqê Elî Ziya diyar kir ku di nav wan çekdarên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê birine zindanên Îraqê, tawanbarên Komkujiya Şingalê hene.
Berpirsên Êzidî destnîşan dikin ku ew dê nehêlin xwîna Êzidiyên ku hatine qetilkirin li erdê bimîne û dê heta dawiyê şopînerên dozê bin.
Nûnerên Kurdên Êzidî yên li Herêma Kurdistanê dibêjin, ew dê giliyê wan DAIŞiyan bikin û bi hezaran belgeyên li dijî wan DAIŞiyan amade ne.
Birêvebirê Kar û Barên Êzidiyan ê Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê Siud Misto ji Rûdawê re got, "Em agahdar in ku tê gotin beşek ji wan çekdarên ku anîne Îraqê tawanbarên Komkujiya Êzidiyan in lê heta îro nasnameya wan nehatiye eşkerekirin."
Misto her wiha got, "Em dê bi teqezî li dû wan çekdarên DAIŞê bin ku bi tawanên li Şingalê û li dijî Êzidiyan tên tohmetbarkirin û em dê giliyê wan bikin."
"Dê bi Yasaya Terorê bên darizandin"
Birêvebirê Kar û Barên Êzidiyan ê Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî di berdewamiyê jî de got:
"Li Îraqê em neçar in ku bi Yasaya Terorê giliyê çekdarên DAIŞê bikin.
Ev ne cara yekem e û berê jî me li Îraqê li dijî çekdarên DAIŞê doz vekirine û ceza li wan hatiye birîn, heta cezayê bidarvekirinê jî li wan hatiye birîn."
Di çend salên borî de Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lêpirsîna Tawanên DAIŞê (UNITAD), Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî ku girêdayî Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, bi hezaran belge li dijî tawanên DAIŞê kom kirine.
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Husên Qaîdî ji Rûdawê re got, "Bi hevahengiya me, UNITAD û Wezareta Karên Navxwe bi hezaran belge kom kirine.
Çi li Îraqê be yan jî li welatekî din be ji bo darizandina çekdarên DAIŞê, eger pêwîst bike dê hemû belge werin pêşkêşkirin."
Elî Ziya ragihandibû ku tê pêşbînîkirin ku hejmara wan çekdarên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê vediguhêzin Îraqê di navbera 7 û 8 hezar kesî de be.
Pêvajoya darizandina DAIŞiyan dest pê kiriye
Dozgerê Îraqî Elî Ziyar ji medyaya Îraqê re diyar kiribû ku hin DAIŞî tevlî Komkujiya Şingalê bûne û tohmetên wekî bikaranîna çekên kîmyewî jî li ser wan hene.
Ji 28ê Kanûn a Paşîn a 2026an ve pêvajoya lêkolîn û darizandina wan DAIŞiyên ku ji ber rûdanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zindanên Îraqê hatine veguhestin dest pê kiriye.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî di êrişa çekdarên DAIŞê ya li ser Şingal û derdora wê ya di 3yê Tebaxa 2014an de, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin revandin û bi hezaran jî hatin komkujkirin û windakirin.
Li gorî amaran, ji wê hejmarê nêzîkî 3 hezar û 595 kes hatine rizgarkirin.
Ew DAIŞiyên tên veguhastin berê di zindanên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li Reqa û Hisîça û Şedadê bûn.
Piştî rêkeftina HSD û Şamê û bi navbeynkariya Îraq û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) çekdarên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê sewqî Îraqê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse