Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 22 Kurdên Êzidî yên ku li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qetilkirin, piştî ku di encama testa DNAyê de nasnameyên wan hatin diyarkirin, îro bi merasîmeke taybet hatin veşartin.
Ev merasîm, heştemîn merasîma bikom a veşartina qurbaniyên komkujiyê bû.
Cenazeyên 22 Kurdên Êzidî yên ku di sala 2014an de li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qetilkirin û ji gorên bikom hatibûn derxistin, piştî testa DNAyê îro bi merasîmekê hatin veşartin.
Endamê Tîma Komkirina Belge û Lêkolînan a Dihokê efser Şakir Mehmûd ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku li Şingalê ji 91 gorên bikom hîn 37 ji wan nehatine vekirin.
“Nasnameya bi sedan kesan hîn ne diyar e”
Nûnerê Qurbaniyên Komkujiya Kurdên Êzidî Nayîf Caso di merasîmê de axivî û got:
“Îro em pêşwaziya 22 şehîdên xwe yên Êzidî dikin ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatin qetilkirin û bê nasname û bêdengî di gorên bikom de hatin veşartin.”
Bi van cenazeyên dawî re hejmara qurbaniyên ku ji gorên bikom hatine derxistin û nasnameyên wan hatine diyarkirin derket 296an.
Caso da zanîn ku li saziya bijîşkiya dadî ya Bexdayê bi sedan cenaze hene ku li benda diyarkirina nasnameyên xwe ne û her wiha gelek qurbanî jî di gorên bikom yên ku hîn nehatine vekirin de ne.
Pêvajo çima hêdî dimeşe?
Efser Şakir Mehmûd anî ziman ku pêvajoya vekolîna gorên bikom û yên takekesî berdewam dike lê kar û bar hêdî dimeşin.
Wî sedema vê hêdîbûnê jî wiha rave kir ku ev kar ne tenê bi Şingalê sînordar e, li seranserê Îraqê li gorî bernameyeke diyarkirî tê meşandin.
Şakir Mehmûd got, “Li Şingalê û derdora wê bi giştî 91 gorên bikom hatine tespîtkirin û ji wan 37 heb hîn nehatine vekirin. Her wiha ji 38 gorên takekesî jî 12 heb li benda vekirinê ne.”
Hat zanîn ku qurbaniyên ku îro hatin veşartin xelkê gund û deverên Koço, Herdan, Til Qeseb, Til Benat, Hemedan û Qenînê ne.
Hejmara windayan hîn jî gelekî zêde ye
Ji sala 2018an heta niha li Şingalê zêdetirî 760 cenaze hatine dîtin û ji bo testa DNAyê ji Bexdayê re hatine şandin.
Efser Şakir Mehmûd got ku piraniya wan cenazeyan ji gundê Koçoyê hatine derxistin (450 cenaze) û lêgerîn berdewam dike.
Bi vê merasîmê re, ji bo qurbaniyên komkujiya Şingalê heştemîn merasîma bikom a veşartinê hat lidarxistin.
Di merasîmên berê de bi giştî 294 cenaze hatibûn veşartin.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, di êrişa 2014an de 6 hezar û 417 Êzidî hatin revandin.
Ji wan 3 hezar û 590 kes hatine rizgarkirin lê çarenivîsa 2 hezar û 553 kesan hîn jî ne diyar e.
Di dema êrişê de zêdetirî 360 hezar kes ji cih û warên xwe bûbûn û nêzîkî 200 hezar kes hîn jî li kampên koçberan dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse