Hewlêr (Rûdaw) - Serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Vejînê pîrozbahî li Xirîstyanên herêma kurdistanê, Iraqê û cihanê kir û got “Em tekezî li ser pêşxistina çanda ciwan a pêkvejiyanê û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê da dikin.”
Serokê herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Vejîn (Qiyam/Paskalya) peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got “ji dil û bi germî li hemû xûşk û birayên mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ji wan ra bênvedan û cejneke aram û bextewar û serkeftinê dixwazim.”
Bi vê helkeftê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser pêşxistina çanda pêkvejiyanê û lêborîn di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê kir û dibêje “sîmayekî girîng ê nasnameya Kurdistanê û cihê şanaziya me ye.”
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got “Em xûşk û birayên xwe yên Xiristiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku em dê hertim vê çandê û maf û azadiyan biparêzin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse