5 endamên Tevgera Nifşê Nû hatin girtin

09-05-2019
RÛDAW
Fermana girtinê bo 10 endamên Nifşê Nû derketiye
Fermana girtinê bo 10 endamên Nifşê Nû derketiye
Nîşan Newey Nwê Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahid
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Bi tometa teşhîrkirin û êrîşkirina ser endamên Newey Nwê (Nifşê Nû), fermana girtinê bo 10 endamên wê tevgerê derketiye û Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê ragihand ku heya niha 5 kes ji wan 10 kesan hatine girtin.

 

Piştî ku yek ji perlemanterên Nifşê Nû bi tometa êrîşkirin û teşhîrkirina perlemanteran, doz li ser serokê wê tevgerê, Şasiwar Ebdilwahid tomar kir, dadwer fermana girtina 10 kesan da.

 

Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê, Hakim Umer Ehmed ji Rudawê re ragihand ku her careke ku hêzên asayişê çûne ser baregeha Nifşê Nû, bi biryara dadwer bûye û fermana dadgehê ya girtina wan, hebûye.

 

Hakim Umer Ehmed got jî, ji wan 10 kesên ku fermana girtina wan derketiye, tenê 5 kes hatine girtin.

 

Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê red kir ku fermana girtinê bo Şaswar Ebdulwahid derketibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst