5 meh ceza li Şasiwar Ebdulwahîd hat birîn

02-09-2025
RÛDAW
Şasiwar Ebdulwahîd\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şasiwar Ebdulwahîd\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şasiwar Ebdulwahîd Nifşê Nû Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina sêyemîn a dadgehkirina Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd hat kirin û dadwer biryar da ku wî bi pênc mehan zîndanê ceza bike.

Şasiwar Ebdulwahîd berê bêyî amadebûna wî bi şeş meh cezayê zîndanê hatibû mehkûmkirin lê îro ceza wî mehekê hat kêmkirin.

Ceza li ser giliya Şadî Newzadê ye ku berê parlamentera Fraksiyona Nifşê Nû bû û paşê dev ji wê partiyê berdabû.

Şaswar Ebdulwahid 12ê Tebaxa 2025an saet 10ê şevê bi biryara dadwer hatibû desteserkirin û cara yekem 21ê Tebaxê derketibû pêşberî dadwer.

Li gorî agahiyên ku Dadgeha Silêmaniyê daye Rûdawê, ji bilî giliyê ku Serokê Tevgera Nifşê Nû pê hat cezakirin, çend giliyên din jî li dijî wî hatine tomarkirin lê niha ew ji ber wan giliyan nehatiye dadgehîkirin.

31ê Tebaxê Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku deynên wezaretê yên li Kompanyaya Naliayê ku Şasiwar Ebdulwahîd xwediyê wê ye gihiştiye nêzîkî 92 milyar dînarî.

Wezareta Darayî anî zimên ku ji ber deynan ew dê dest deynin ser 60 milkên Serokê Tevgera Nifşê Nû û piştî tedbîrên yasayî di mezadê de bifiroşin.

Ew milk ji 60 parçeyên erd, otel, kafeterya û kompanyayên geştyariyê pêk tên.

Fraksiyona Nifşê Nû di dema girtina Şasiwar Ebdulwahîd de ragihandibû ku biryar "siyasî" ye û pêwendiya wê bi banga Şasiwar Ebdulwahîd a ji bo xwenîşandanê hebûye.

Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Dr. Muna Yaqûyê piştî girtina Şasiwar Ebdulwahîd bi rojekê ew ziyaret kiribû.

Dr. Muna Yaqûyê diyar kir ku Şasiwar Ebdulwahîd jê re gotiye ku ku ew li ser "daxwazeke yasayî" hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst