Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û berbijêrê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Wanê Sînan Çiftyurek ragihand ku ew ji bo Kurdistanê statûyê dixwazin û dibêje divê hebûna Kurdan di destûra bingehîn de bê garantîkirin. Çiftyurek herwiha got: “Dirûşma me demokrasî û aştî ji bo Tirkiyê û azadî ji Kurdistanê re ye.”
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sina Çiftyurek, ku ji bo parlamenteriyê ji lîsteya YSPê ya Wanê di rêza 4mîn de ye, beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê bû û bersiva pirsên Nwêner Fetîh ku proseya hilbijartinan li herêmê dişopîne, da.
Sînan Çîftyürek diyar kir ku beriya hilbijartinan kelecaneke mezin di nav xelkê de heye û ew ji bo bigihêjin armanca xwe bi berfirehî dixebitin û got: “Di nava gel de, bi taybetî jî di nava dayîk û zarokan de kelecaneke mezin heye. Em tax bi tax, gund bi gund digerin. Dayikên me bi biryar in ku dibêjin 'Em dê teqez bi ser bikevin'. Li gorî hilbijartinên berê em dibînin ku dengderên AKPê ne zêde bi biryar in. Wek berê ne îdiayên wan nemaye. Çima ew ne bibiryar û îdiayên wan siste bûye? Ji ber ku krîzeke mezin a aborî heye. Her wiha kes wê yekê qebûl nake ku kesek were hilbijartin lê li şûna wî qeyûm were danîn.”
‘Em ji Kurdistanê re statûyê dixwazin û divê hebûna kurdan bê qebûlkirin’
Seroka KKPê Çîftyûrek têkildarî hevpeymaniya a bi YSPê re kiribne wiha got: “Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiya Kurd tifaqeke pir girîng e. 9 partî û rêxistinên siyasî di vê tifaqê de cih digirin. Her çiqas dereng be jî me bi vê tifaqê mizgîniyek baş da gelê xwe. Di deklerasyona me de 5 xalên girîng hene. Yekem; Em ji Kurdistanê re statûyê dixwazin. Li Başûr statuyeke fermî heye û Rojava jî xwedî statûyek e. Nabe Bakur bêyî statû bimîne. Weke din em dibêjin ku eger em weke Kurd bi Tirkan re hemwelatiyên wekhev in û birayên hev in, em dixwazin hebûna gelê Kurd di destûra bingehîn de were qebûlkirin. Dirûşma me ‘demokrasî û aştî ji bo Tirkiyê û azadî ji Kurdistanê re ye' ye.”
"Em nikarin pirsgirêka Kurdistanê bi daxwazên mafên mirovan çareser bikin"
Li ser pirsa "mebesta we ji statûyê çi ye" Çiftyurek wiha got: “Di vê qonaxê de em nikarin hundirê wê tejî bikin, lê belê bêyî erdnîgarî statû nabe. Weta em ji niha de nikarin navêkê lê bikin ka dê statû çawa be. Lê statûyeke erdnîgarî ji me re lazim e. Ev statu weke modela Başûr an jî modela Rojava dibe yan bi rêya şaredariyan dibe? Ne mimkûn e ku em ji niha ve bi nav bikin. Lê bi mafê mirovî û çandiniyê pirsa li Bakurê Kurdistanê nayê çareserkirin.”
“Îmzeya HDPê heye”
Li ser pirsa “HDPê vê statûya ku hûn behs dikin piştgiriya wê dike?” Çiftyurek wiha bersiv da: “Hem HDP û hem jî Partiya Çepên Keskan deklarasyona hevpar îmze kirine.”
Çiftyurek amaje bi wê yekê kir ku ne CHP ne AK Partî û ne jî partiyeke sîstema Tirkiyê ji bo Bakurê Kurdistanê amade nîne statûyekê qebûl bike û got: “Yek partî jî statûyê naparêze, lê belê di meseleya Kurdan de xetimandinek heye em dê wan bînin ziman.”
“Ti tifaqa me ya hilbijartinê bi CHPê re nîne”
Ji bo çi ew dê di hilbijartinên serokomariyê de piştgirî bidin Berbijêrê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî Çiftyurek wiha eşkere kir: “Partiya ÇepênKesk bi CHPê re ti tifaqa hilbijartinê nîne. Duyem, Kiliçdaroglu beriya niha bi HDPê re hevdîtin nekiribû. Di van demên dawî de hevdîtinek pêk anî û got 'Ez dê daxwazên we bînin ziman'. Mijareke din a girîng jî ew e ku hilbijartin heta niha di nav lepên nijadperestî û mezhebperestiyê de hatin kirin. Bi êrişa li ser Kiliçdaroglu ev zêde kirin. Li aliyê din jî li bajarên wekî Wan û Amedê kesên dibêjin, 'em şaredarê xwe hildibijêrin lê hûn ji jor de qeyûman tayîn dikin.’ Ji bo ku Erdogan here û vîna me ya li herêmê azad bibe em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû'. Weke din ti eleqeya me bi CHPê re nîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse