QERS - Hirç ji xewa zivistanê şiyar bûn: Pispor hişyariyê didin!

09-05-2024
RÛDAW
Hirçekî gewr/Wêne: AA
Hirçekî gewr/Wêne: AA
Nîşan Hirç Xewa Zivistanê Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qersê hirç ji xewa zivistanê şiyar bûn û ji bo xwarinê nêzîkî cihên niştecihbûnê dibin.

Zivistan bi dawî bû û hirç piştî 4 mehan ji xewa zivistanê şiyar bûn.

Li navçeya Qamûşanê ya Qersê bi hatina biharê re hirç nêzîkî cihên niştecihbûnê dibin û li xwarinê digerin.

Pispor hişyariyê didin xelkê navçeyê ku xwe ji wan biparêzin.

Koordînatorê Zanistê yê Komaleya Xwezaya Bakur a Qersê Emrah Çoban anî ziman:

“Hirçên gewr şiyar bûn. Dê ji niha û pê ve hewl bidin metabolîzmaya xwe ligel jiyana xwe ya nû biguncînin.

Ji ber wê jî hêdî hêdî tevdigerin. Dê di vê pêvajoyê de ji xwe re li xwarinê bigerin û ev proseya lêgerîna xwarinê dê hinekî bileztir bibe.

Dibe ku hinek caran nêzîkî navenda bajêr bibin lê dema em wan dibînin divê em ji wê derê dûr bikevin.”

Hirçan 4 meh in tiştek newxariye.

Mehek pêvajoya xweguncandina wan a di nav xwezayê de ye.

Dema ji xewa zivistanê şiyar dibin hinekî westiyayî û wekî nexwaşan diyar dibin.

Lê ev nayê wê wateyê ku nikarin êrişî mirovan bikin.

“Bilez ji wê derê dûr bikevin”

Koordînatorê Zanistê yê Komaleya Xwezaya Bakur a Qersê Emrah Çoban da zanîn:

“Hirç ji ber xewa zivistanê çiqasî wekî bêtaqet û bêzar xuya bikin jî divê em ji bîr nekin ku ew ajelên kovî ne.

Dema me li nav xwezayê hirç dîtin divê em ji bo parastina xwe û wan bilez ji wê derê dûr bikevin.”

Pispor dibêjin dema welatî li daristanan an jî di nav xwezayê de digerin ji bo ku hirç nêzîkî wan nebin divê bi dengê bilind biaxivin.

Eger tûtik li cem wan hebin dikarin bi rêya wê jî hirçan ji xwe dûr bixin.

Dema hirçek hat hemberî wan jî divê bi bêdengî û hêdî hêdî xwe ji wî cihî dûr bixin da ku êrişî wan neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst