Mela Bextiyar: Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê dîrokî bû

09-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mela Bextiyar Nêçîrvan Barzanî Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mela Bextiyar diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê “dîrokî bû” û di serdanê de axaftinên baş hatin kirin û geşbîniyek heye.

Endamê berê yê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di 8emîn Konferansa Navneteweyî ya Platforma Dabiranê de gotarek pêşkêş kir.

Mela Bextiyar li ser pêşveçûna demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê got:

“Pêwendiya demokrasî û rewşenbîriyê ne taktîk e, pêvajoyeke dîrokî û dirêj e bi hev re pêk tên yan jî ti ji wan pêk nayên.

Li Herêma Kurdistanê demokrasî bi tenê bi aliyên siyasî nayê.

Divê em hemû bangewaziyê jê re bikin û bixebitin ji bo ku rewşenbîriya civaka sivîl û bi saya wê çeperên xwe bihêztir bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja yekşemê li ser vexwendina fermî ya Îranê çû Tehranê û bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ê Îranê re civiyabû.

“Herêma Kurdistanê li cihanê xwedî piştevan e”

Mela Bextiyar behsa serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê kir û got:

“Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Tehranê serdaneke dîrokî bû. Sarî ji holê rakiriye.

Li gorî axaftinan ji aliyê siyasî gotinên baş hatin kirin û geşbîniyek heye.

Berê gelek pirsgirêk di navbera Hewlêr û Tehranê de dihatin dîtin ku metirsiyeke piralî li ser Herêma Kurdistanê hebû.

Hewlêr 144 caran (ji aliyê Îranê û hêzên çekdar ên nêzîkî wê ve) hatiye bombebarankirin û mûşek hatin avêtin, ev mûşek ji bo her Kurdekî ye.”

Mela Bextiyar amaje bi gotinên Serokê Herêma Kurdistanê yên “li Tehranê îradeyeke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye” jî kir û da zanîn ku gelekî balkêş e.

Mela Bextiyar bal kişand ser pêşwaziya li Nêçîrvan Barzanî ya li Tehranê jî û anî ziman:

“Yek ji wan sedemen ew bû, hat selimandin ku Herêma Kurdistanê li cihanê xwedî piştevan e û venagere çargoşeya reş a salên 1960 û 1970yî û bi hêsanî nayê jinavbirin.

Ev tecrûbe bûye beşek ji siyaseta navneteweyî û bazara Kurdistanê jî bûye beşek ji berjewendiya stratejiya aborî ya herêmê û navneteweyî.”

Beriya ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çûbû Bexdayê û ji wir jî hatibû Hewlêrê û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re civiyabû.

Mela Bextiyar da zanîn ku Tirkiye û Îran 2 welatên bihêz ên herêmê ne û asta wan a bazirganiyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re salane bûye 50 milyar dolarên Amerîkî.

Li gorî gotina Mela Bextiyar çavên welatên cîhanê hemûyan li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê ye û di çend salên bê de dê gaza Kurdistanê bandorê li bazara gazê ya cîhanê bike.

Bextiyar eşkere jî kir ku gaza herî bi kalîte ya cîhanê li Çemçemalê ye û bi rehetî dikare bigihêje Ewropayê.

“Kurdistan dê di stratejiya gaz û avê ya paşerojê de rola xwe bilîze”

Li gorî gotina Mela Bextiyar 20 salên pêş dê li seranserî cihanê bibe deh salên têkoşîna gaz û avê.

Bextiyar diyar kir ku eger Hikûmeta Îraqê bi hevahengî bi projeyeke avê ya Herêma Kurdistanê re be, dê ji sedî 40ê pirsgirêka avê li Îraq û Herêma Kurdistanê were çareserkirin.

Çemçemal jî xwedî 200 trîlyon metre sêgoşe rezervên gazê ye ku bi kalîteya xwe li cîhanê bêmînak e.

Mela Bextiyar da zanîn ku başbûna pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê dê bandorê li pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî bike.

Bextiyar da zanîn ku Hewlêr û Bexda dikarin pirsgirêkên petrol, gaz û mûçeyê çareser bikin.

Mela Bextiyar behsa nakokiyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Nakokiyên partiyên Kurdistanî di zerera Kurdan û demokrasiyê de bûye.

Niha Herêma Kurdistanê bi awayê defakto bûye du herêm.

Pêşmergeyan hev negirtiye.

Ji ber wê jî Dadgeha Federal her meh biryarê li ser me dide û rêkeftinên Hewlêr û Bexdayê ji aliyê siyasî, yasayî û aborî ve hatine rawestandin.

33 sal in hikûmet hatiye damezrandin lê ji ber nakokiyan heta niha destûr nehatiye nivisandin.

Divê bilez destûrek were nivîsandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst