Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me yên dîrokî yên bi Îranê re xurttir dibin

18-05-2025
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî tevlî Foruma Diyalogê ya Tehranê bû / Wêne: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî tevlî Foruma Diyalogê ya Tehranê bû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Foruma Diyalogê ya Tehranê Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê li Foruma Diyalogê ya Tehranê got, “Pêwendiyên me yên dîrokî yên bi Îranê re roj bi roj xurttir dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh bi serdaneke fermî ji bo beşdariya Foruma Diyalogê ya Tehranê gihîşt Îranê.

Serokê Herêma Kurdistanê di Foruma Diyalogê ya Tehranê de li ser mijarên cur bi cur axivî.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser dîrokîbûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kir û anî ziman:

“Pêwendiyên me yên dîrokî yên bi Îranê re roj bi roj xurttir dibin.

Di serdana xwe ya Îranê de berî ku rêzdar Pizîşkiyan bibe serokkomar, min hevdîtinek bi Reîsiyê rehmetî re û her wiha bi Rêberê Bilind re kir.

Me bi zelalî behsa her tiştî kir û ev hevdîtina min a bi Rêberê Komara Îslamî re bû xala guhertinê di pêwendiyên me de. Ev xaleke pozîtîv bû di pêwendiyên me de.

Rêzdar Pizîşkiyan ragihand ku dê serdana wan a yekem ji bo Îraqê be. Min jî got, em wî vedixwînin ku were serdana Hewlêrê jî.

Cenabê wî berê hatibû Hewlêrê lê wê demê ku Serokê Zanîngeha Tewrêzê bû, ji ber vê yekê nasîneke li gel Hewlêrê hebû.

Dema rêzdar Serokkomar hat Hewlêrê, li Bexda û Hewlêrê bi Kurdî axivî û her kes şaş ma.

Her wiha ji min xwest ku bi Farsî biaxivim û Serokkomar bi xwe jî hinekî şok bû ku Farsiya min baş e.

Piştî serdana Serokkomar em dibînin ku di hemû astan de em bi pêş de diçin.

Mijara aborî û ev civîna ku biryar e van nêzîkan li Sineyê were kirin, destkefteke serdana Serokkomar bû.

Binêrin, Serokkomar bawerî bi vî tiştî heye ku got, divê em bi hev re bin û alîkariya hev bikin.

Em vê yekê dibînin. Piştî ku cenabê wî bûye Serokkomar, pêwendiyên Îranê yên li gel tevahiya Îraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê bi pêş dikevin.

Wekî mînak, serdana ziyaretkarên Îranî ku bi rêya Kurdistanê diçin Kerbela û Necefê, niha gelek bi sîstematîk hatiye birêkxistin. Me mekanîzmayek daniye û niha di tevahiya wan mijaran de em bi pêş dikevin.

Di warê ewlehiyê de me bipêşketinên baş hene. Me mekanîzmayek daniye ku Bexda û Hewlêr û Îran bi hev re bixebitin.

Tiştekî ji bo me girîng e, em rê nadin ku Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefê li ser cîranên me, bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê.

Ev prensîpek e ku em li Kurdistana Îraqê pê pêbend in. Bi hevkariya Îraqê me mekanîzmayek diyar kiriye û ew berdewam dicivin.

Bi dilxweşî ve doh jî, şeva borî min hin hevdîtin li Tehranê kirin û em hemû dibînin ku qonaxên baş heta niha hatine bicihanîn.”

Nêçîrvan Barzanî li ser têkiliyên bazirganî yên bi Îranê re da zanîn ku nêzîkî ji sedî 60ê bazirganiya Îraq-Îranê ji Herêma Kurdistanê derbas dibe.

Nêçîrvan Barzanî behsa bipêşketina Îraqê û pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman:

“Îraq welatekî girîng e û dikare di paşerojê de rolekî pir girîng bilîze.”

Barzanî li ser pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de jî da zanîn:

“Îraq di çarçoveya Destûrê de bi Herêma Kurdistanê re dan û standinan nake.

Divê Bexda pirsgirêka federaliyê bi Herêma Kurdistanê re çareser bike.”

Xwefesixkirina PKKyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara xwefesixkirinê ya PKKyê û pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî got:

“Em careke din dubare dikin ku axa Herêma Kurdistanê çavkaniya gefê ya Komara Îslamî ya Îranî nîne û nabe jî.

Di mijarê PKKyê de pêvajoyek dest pê kirye, em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka Kurdan bi şer nayê çareserkirin.

Rola ku em li Herêma Kurdistanê dibînin ew e ku hevkar bin, em destwerdanê nakin, ne di kar û barên Tirkiyeyê de ne jî di cihekî din de.

Eger em bikarin di vê mijarê de alîkariya Tirkiyeyê bikin em amade ne. Pêvajoya ku dest pê kiriye cidî ye.

Li aliyekî PKK heye, li aliyekî DEM Partî û li aliyekî Birêz Ocalan heye ku wan dest pê kiriye.

Me gotiye, her alîkariyeke ku ji destê me bê em amade ne bikin ku vê pirsgirêk Tirkiye çareser bike.

Ji ber ku ev pirsgirêk bi rêya leşkerî nikare were çareserkirin.”

Foruma Diyalogê ya Tehranê ya ku îro dest pê kir dê 2 rojan bidome.

Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê xwedî pêwendiyên xurt in.

Ji sala borî heta niha, ev serdana çarem a Tehranê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst