Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlametoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku pêwendiyeke dostane ya kevnar di navbera wî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de heye.
Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê bi Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya.
Piştî civînê Mihemed Baqir Qalîbaf ji nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir re got, "Ev demeke dirêj e ez bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dost im.”
Mihemed Baqir Qalîbaf amaje bi wê jî kir, di civîna îro de wan behsa gelek babetan kir, wekî ew alîkariyên ku di warê siyasî, aborî, ewlekarî û kulturî de hene.
Serokê Parlamentoya Îranê eşkere kir ku wî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji ber hewlên wî yên ji bo "alîkarî û hêsankirina azadkirina hejmarek girtiyên Îranê yên li Herêma Kurdistanê bûne.
Nêçîrvan Barzanî doh bi vexwendineke fermî gihîşt Tehranê û tevlî Foruma Diyalogê ya Tehranê bû.
Deqe pirs û bersivên Mihemed Baqir Qalîbaf û Bextiyar Qadir wisa ye:
Rûdaw: Birêz Barzanî her cara ku tê Tehranê, serdana we jî dike. Sedema vê çi ye?
Mihemed Baqir Qalîbaf: Ji ber ku em demeke dirêj ve dost in û wekî ku wî niha jî tercîh kir. Em bi rastî xwe wekî du hevalan dibînin û wekî Serokê Herêma (Kurdistanê) jî, me warên hevkariya siyasî, aborî, ewlehî û çandî lêkolîn kir.
Ez bawer dikim ku ev civîn, civîneke pir baş bû. Li wir atmosfereke biratî, dostanî û hevkariyê di asta herî bilind de hebû
Rûdaw: Mijara vê civînê çi bû?
Mihemed Baqir Qalîbaf: Mijar li ser hevkariyê bû, bi taybetî di warê aboriyê de, ji bo xurtkirina wê.
Her wiha tekezkirin li ser nehiştina hêmanên ewlehiyê têk didin. Li her derê di nav her du aliyan de yên ku dixwazin ewlehiya her du welatên cîran têk bidin,
Serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriyek taybet pêşkêş kir ku ez spasiya wî dikim. Wî (Nêçîrvan Barzanî her wiha karekî taybet kir ku min spasiya wî kir, girtiyên me li wê derê bûn wî hevkarî kir.”
Rûdaw: Hûn têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de çawa dinirxînin?
Mihemed Baqir Qalîbaf: Min ew diyar kir, têkilî pir baş û xurt in û di warên aborî û siyasî de pêşveçûnên rojane hene.
Her roj di ware aborî û siyasî û hevkariya ewlehiyê ya ji bo ewlehiya Îran, Îraq û Herêma (Kurdistanê) bi pêş ve diçin. Ez gelekî kêfxweş im ku ev biratiya di navbera me de bi pêş dikeve. “
Nêçîrvan bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî re civiya bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse