Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê kesekî ku xwest 10 lître alkol vexwe, ket komayê.
Kesê ku rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû û hat veguhastin nexweşxaneyê lê ew li wir mir.
Li Kerkûkê mêrekî navsere yê ku ket komaya alkolê bi tenê dijiya.
Bûyer li taxa Tepeyê ya Kerkûkê qewimî.
Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn ragihand ku kesê ku bi eslê xwe Xirîstiyan bû, ji alkolfiroşekî 10 lître alkol kirîbû lê piştî ku wî çend lître vexwarin, rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû.
Bijîşkan li nexweşxaneyê midaxele kir lê ew tevî hemû hewldana nehat rizgarkirin.
Şêniyên taxê ji Rûdawê re da zanîn ku wî her roj vedixwar û serxweş dibû.
Polîsan lêpirsîn li ser bûyerê da destpêkirin û termê wî kesî li Kerkûkê hat veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse