Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kerkûkê ji ber barana zêde û lehiyê bûyerên nexwestî rû dan.
Jinekê ji ber elektrîkê canê xwe ji dest da û karmendekî şaredariyê jî birîndar bû.
Li Taxa Şorawê ya Kerkûkê jineke bi temen dema ku ava kehiyê dikeve mala wê asta avê bilind dibe, elektrîk ew digire û canê xwe ji dest dide.
Cîranê wê malê Aram Serdar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Li gel bilindbûna asta avê ya li taxa wan, av ketiye malekê û jinekê canê xwe ji dest daye."
Karmendekî şaredariyê birîndar bû
Li aliyê din, karmendekî Şaredariya Kerkûkê dema ku li Taxa Rehîmawayê kar dikir elektrîkê ew girt û birîndar bû.
Berpirsê Ragihandinê yê Şaredariya Kerkûkê Ednan Şukur ji Rûdawê re got:
"Karmendê me mijûlî paqijkirina mazgalan bû da ku ava lehiyê kom nebe lê elektrîkê lê ew girtiye û birîndar bûye."
Berdevkê Tenduristiyê ya Kerkûkê Saman Yabe Elî jî piştrast kir û got:
"Karmendekî Şaredariya Kerkûkê dema paqijkirina menholê ya li Rehîmawayê elektrîkê lê daye û birîndar bûye û ew veguhastine nexweşxaneyê. Ew di sala 2002yan ji dayîk bûye."
Hejmara miriyan gihişt 5an
Ji roja yekşemê ve barana gur Herêma Kurdistanê daye ber xwe û li çend bajaran lehî rabûye.
Lehiyê zerereke zêde gihandiye binesaziya wan deveran.
Bi vê bûyera dawî re, hejmara kesên ku ji ber lehiyê û encamên wê canê xwe ji dest daye gihişt 5an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse