Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir bangî desthilat û mixalefeta siyasî û civakî kir ku piştî banga Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Abdullah Ocalan îro (9ê Hezîranê) ji Girtîgeha Îmraliyê bangeke nû kir.
Bang bi dîmen e û 19ê Hezîranê hatiye kirin lê îro hat belavkirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir banga Ocalan ji ANFyê re nirxand.
“Careke din îradeyeke xurt nîşan da”
Bayindir anî zimên ku Ocalan îradeyeke xurt nîşan daye û got:
"Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Abdullah Ocalan ku 27ê Sibatê kir, îro jî bi heman biryardarî û hêviyê di rêya avakirina civaka demokratîk û aştiyê de careke din îradeyeke xurt nîşan da.
Yek ji esasên banga Birêz Ocalan ew e ku bi xurtî destnîşan kir ku siyaset valahiyê nas nake.
Ev valahî bi feraseta siyaseta demokratîk dikare bê dagirtin. Lewma ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê siyaseta demokratîk bê avakirin."
“Divê mixalefet bi berpirsyariya xwe rabe”
Bayindir bi bîr xist ku xizmeta ji bo aştiyê ne tenê berpirsyariya aliyekî ye û li pey çû:
"Berpirsyariya hemû beşên civakî ye. Îro li pêşberî vê îradeya çareseriyê divê hemû mixalefeta siyasî û civakî bi berpirsyariya xwe rabe û vê yekê weke wezîfeyeke dîrokî bibîne.”
“Divê desthilat bi xemsarî nêzî bangê nebe”
Bayindir destnîşan kir ku desthilatdariya siyasî divê bi xemsarî nêzî bangê nebe û sererastkirinên qanûnî yên pêvajoyê pêk bîne û biland:
"Bi taybetî divê desthilata siyasî li pêşberî banga çareseriyê ya Birêz Abdullah Ocalan xemsar nebe.
Bi navê avakirina civakeke demokratîk û aştiyê ev bang hat kirin û divê bersiv jê re bê dayin, gavên şênber bên avêtin. Lewma yek ji gavên krîtîk ên ku bên avêtin jî divê misogerkirina pêvajoyê be.
Divê pêvajo bi sererastkirinên qanûnî û destûra bingehîn bi sazî bibe.
Divê pêvajoya aştiyê di çarçoveyeke qanûnî de bikêrhatî be û her beşên civakê bibin parçeyek ji pêvajoyê. Divê hemû dînamîkên siyasî û civakî bibin parçeyek ji vê pêvajoyê.
Avakirina aştiyê û afirandina zemîneke jiyana bi hev re ya hemû civakê, berpirsyariya hevpar a me hemûyan e.
Ev bang di heman demê de banga bicihanîna wezîfeya 'xizmeta ji bo aştiyê' ya hemû dînamîkên siyasî û civakî ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse