Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê 2 ciwanên Kurd piştî ku li ser otomobîlên xwe alayên Amerîkayê bilind kirin, hatin desteserkirin.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê da zanîn ku ew li gorî madeya 240î hatine desteserkirin.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“2 ciwanên Kurd bi 2 otomobîlên cureyê Dodge Challenger ku alayên Amerîkayê bilind kiribûn û li kolaneke Kerkûkê digeriyan, bi biryara dadgerê nobedar ê Kerkûkê hatin desteserkirin.”
Berdevkê Polîsê Kerkûkê diyar kir ku ew her du ciwanên Kurd “dê 2 rojan li navenda polîsan werin ragirtin û piştre dê sewqî dadgehê werin kirin, her wiha hêzan dest daniye ser otomobîlên wan jî.”
Amir Nûrî da zanîn ku ew ciwan li gorî madeya 240î ya taybet hatine desteserkirin.
Di madeya 240î ya Yasaya Cezayan a Îraqê de hatiye gotin, “Her kesê ku fermannameyên îdarî bin pê bike, dê bi cezayê girtîgehê yê ku ji 6 mehan zêdetir nebe yan jî bi cezayê pereyî yê ku ji 100 hezar dînarî zêdetir nebe, were cezakirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse