Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Keşûhewayê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha tîrmehê pileyên herî bilind ên germayê yên 55 salên dawî hatiye qeydkirin.
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Keşûhewayê ya Tirkiyeyê rapora keşûhewayê ya meha tîrmehê ya Saziya Keşnasiyê belav kir û ragihand, di meha tîrmehê de pileyên germayê li gorî salên pêştir 1,9 pile bilind bûne.
Ma tîrmehêpileyên herî zêde li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û navçeya Serêkaniyê ya Rihayê yên Bakurê Kurdistanê hatine qeydirin.
Li Cizîrê salên pêştir di meha tîrmehê de pileya germayê kêm zêde 49,1 pile bûye û di tîrmaha îsal de heta 49,4 pileyan derketiye.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî pileyên germayê salên pêştir di meha tîrmehê de 48,2 pile bûye û îsal derketiye 49 pileyan.
Herwiha li navçeyên Kaniya Xezalan û Wêranşarê yên Rihayê pileyên germayê 47 pile hatine qeydkirin û li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî 46,3 pile hatiye qeydkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse