Karayilan hişyarî da Îraqê: Em dê gerîlayan bişînin Mexmûrê

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan Azerbeycan Ermenistan Tirkiye Amerîka Murat Karayilan KCK Kampa Mexmûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan hişyariyeke tund da Hikûmeta Îraqê û got, “Eger zextên li ser Kampa Mexmûrê berdewam bikin, em dê neçar bimînin ku gerîlayan bişînin herêmê.”

Edamê Komîteya Birêvebir a KCKyê li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê û rewşa Kampa Mexmûrê ji Stêrk TVyê re axivî.

"15ê Tebaxê ne pîrozkirina şer e"

Karayilan diyar kir ku beriya 15ê Tebaxa 1984an li Kurdistanê rewşeke gelekî xirab hebû û polîtîkayên înkar û tinekirina Kurdan dihatin meşandin.

Wî anî zimên ku gava 15ê Tebaxê ne tenê li dijî sîstema mêtingeriyê, di heman demê de li dijî bêdengiya civaka Kurd jî serhildanek bû.

Karayilan got, "Pîrozkirina vê yekê ne pîrozkirina şer e. Pîrozkirina wê tê wateya pêngava ewil a li dijî koletî û mêtingeriyê."

Edamê Komîteya Birêvebir a KCKyê behsa hewlên çareserkirina Pirsgirêka Kurdan jî kir û got, "Dewleta Tirk her tim bi mantiqê, 'Em dê bi hêzên ewlehiyê re çareser bikin' nêzîk bû.

Ji ber vê yekê çareserî bi pêş neket. Em hêvî dikin ku ev aqil hatibe guhertin."

Karayilan behsa rewşa Kampa Mexmûrê jî kir hişyariyeke tund da Bexdayê.

Edamê Komîteya Birêvebir a KCKyê got:

"Gelo dewleta Îraqê hemû pirsgirêkên xwe çareser kirine ku niha Mexmûrê wekî pirsgirêk maye? Tiştên ku ew dikin eybeke mezin e.

Ji bo ku zext li ser Îraqê çê nebe me çeperên xwe radestî wan kirin. Ew niha li heman çeperan hewl didin wargehê dorpêç bikin û li ser gelê me zextê dikin.

Xirabiya li hemberî mirovên li Kampa Mexmûrê tê kirin, tê wateya xirabiya li hember nirxên me û em vê yekê ti carî qebûl nakin.

Em wekî Tevgera Apoyî vê yekê qebûl nakin û em dê li hember vê bêdeng nemînin.

Divê bê zanîn ku heger ev nêzîkatiya li hemberî gelê Mexmûrê bidome, em dê neçar bimînin careke din midaxeleyê wir bikin û gerîla bişînin."

Karayilan bangî Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Kurdên di nava Hikûmeta Îraqê de kir ku li hemberî van zextan bêdeng nemînin û destwerdanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst