Li Wanê fîgûrên li ser keviran dê bên parastin

09-08-2025
RÛDAW
Tîma pispor a şûnwarî / Wêne: AA
Tîma pispor a şûnwarî / Wêne: AA
Nîşan Wan Payîzava Fîgûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê fîgûrên li ser kevirên li zozanên 3 hezar raqimî ku dê bên parastin.

Xebatên tîma şûnwarnasiyê ya bi birêvebiriya Serokê Beşa Şûnwarnasiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil Wanê (YYU) Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu ku bi mebesta derxistina şûnwarên dîrokî û vekirina wan ji bo geştiyariyê daye destpêkirin, didome.

Tîma pispor a bi serokatiya Serokê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Wanê piştî rêwîtiyeke dijwar gihişti Zozana Tîrşînê ya li navçeya Payîzavayê ya Wanê.

Piştî hilkişîneke bi qasî 2 saetan ekîba ji 12 akademisyenên wekî arkeolog, antropolog, dîroknasên hunerê pêk dihat, derbarê wêneyên latan ên ku sala 1967an hatibûn keşifkirin, lêkolîn kir.

Akademîsyenan li qada ku kavilên keleh û bedena wê lê bû, latên ku wêneyên mirov, mar, pezkovî, xezal, bîzon, kervoşk, gur, rovî û fîgurên din ên sembolîk li ser wan hatine xêzkirin, venehirîn û wêneyan girtin û ew qeyd kirin.

Endamên tîmê fotografên bi qasî 300 fîgûrên li ser latan ên ku tê nirxandin yên serdema beriya dîrokê ne, girtin û ji bo parastina wan xebat dan destpêkirin.

Prof. Dr. Çavuşoglu destîşan kir ku wêneyên latan ên weke van beriya niha li Colemêrg û Bedlîsê dîtine.

Çavuşoglu diyar kir ku fîgûrên navborî bi teknîkên tikandin û xêzandinê hatine çêkirin û got:

"Li herêma me rovî, kervoşk û bi piranî pezkovî têne dîtin. Çavkaniyên avê hatine xêzkirin ku her wekî 2 çeman temsîl bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst