Hewlêr (Rûdaw) - Endam û werzişvanên Komeleya Çiyageriyê ya Vadî Dogayê vê carê çû Dêra Meryemayê ya dîrokî ya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.
Komele her çar demsalan bêrawestan geştên xwezayê û çiyageriyê didomîne.
Endamên komeleyê vê hefteyê li navçeya Payîzavayê ya Wanê bûn û Dêra Meryemayê ya dîrokî ziyaret kir.
Serokê Komeleya Vadî Dogayê dîmenên geşta xwe ji Rûdawê re şandin û banga parastina xwezayê kir.
"1993yan hat xerakirin"
Serokê Komeleya Vadî Dogayê Omer Demez diyar kir ku ew li gundê Arazê yê Payîzavayê ne û wiha got:
"Em hatine Dêra Meryemayê. Dêra Meryemayê ji 365 odeyan pêk dihat. Lê mixabin sala 1993yan hat xerakirin.
Vê gavê li beşa jêrîn tenê 17 ode mane, ode bi ser hev ve ne, pencereyên wan nînin, ji odeyekê derbasî odeyeke din dibî.
Bila her kes xwezayê biparêze, eger em xwezayê biparêzin em dê xwe biparêzin."
Armanc parastina jîngehê ye
Yek ji armancên geştên komeleyê balkişandina ser parastina jîngehê ye.
Werzişvan û geştyarên ku beşdarî çalakiyan dibin banga beşdariya çalakiyên komeleyê dikin.
Çiyager Necat Erdogan hestên xwe wiha anî zimên:
"Ez li Wanê kar dikim û çend sal in endamê Klûba Vadî Dogayê me.
Em îro hatine cem Çemê Arazê, hatine Dêra Meryemayê. Em îro bi tîmeke xweş û coş re hatin.
Hinek berf hebû lê tavê dilê me germ kir. Hevalên me yên ku nedîtine, bila ew jî werin bibînin. Cihekî gelekî xweş e."
"Bila her kes were"
Çiyager Dîlanê jî got, "Em îro hatin Dêra Meryemayê. Cihekî gelekî xweş e. Ez dibêjim bila hemû kes were. Gelekî xweş e."
Komeleya Kulûba Werzişê ya Vadî Dogayê sala 2012an hat avakirin.
Komele her hefte li herêmên geştyarî û xwezayî yên Bakurê Kurdistanê geştekê dike û wê herêmê dide nasîn.
Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çiyager, werzişvan û jîngeparêz beşdarî çalakiyên wê dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse