Hewlêr (Rûdaw) - Di xebatên kolanên arkeolojîk ên li navçeya Payîzavayê ya Wanê tên meşandin de, libên cehê ku dîroka wan digihîje 5 hezar sal berê, hatin dîtin.
Di pêjgehê de hatin keşfkirin
Tîma kolanan li depoyeke ya li Girê Îremîrê xebatên xwe zêde kirin.
Di kolanan de, beşeke pêjgehê derket holê ku tê de kevirên hêrandinê yên jorîn û jêrîn, hestiyên ajelên biçûk, firinek û firaxên axê hebûn.
Di vê beşa pêjgehê de, di nava firaxeke (kûp) şikestî û derdora wê de, rastî libên ceh ên ku tê texmînkirin 5 hezar salî ne, hatin.
Li gir 8 tebeqe hatin tespîtkirin
Di xebatên ku di bin serokatiya Muzeya Wanê û bi berpirsiyariya zanistî ya Prof. Dr. Hanîfî Bîber de tên meşandin de, tîmeke ji 15 kesan pêk tê ku ji arkeolog, antropolog û dîroknasên hunerê pêk tê, cih digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse