Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de şerê bi kêran derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li gundê Til Ermenê di navbera du koman de ji ber sedemeke hîn jî nediyar nîqaş derket û wan her daye ber kêran.
Di pevçûnê de Z.A (57), C.K. (25), D.Y. (25), F.Y. (38), C.Y. (15) û B.Y. (14) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse