Li Mêrdînê du malbat pev çûn: 17 kes birîndar bûn

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qoser Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de 17 kes birîndar bûn.

Li gundê Mezrê yê Qosera Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar di navbera du malbatan de pevçûn derket.

Her du grûpan bi dar û ber û çekan êrişî hev kir.

Di wê pevçûnê de 17 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendursitiyê burîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye