Alozî gur dibin: Serokwezîrê Nepalê û 2 wezîran îstifa kir

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Nepal Xwenîşandan Sharma Oli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Nepalê Khadga Prasad Sharma Oli ji ber xwenîşandanên ku piştî qedexekirina medyaya civakî dest pê kir û di encamê de 19 kes hatin kuştin, îstifa kir.

Her wiha li welêt du wezîran jî dev ji kar berda.

Li Nepalê xwenîşandanên ji ber qedexekirina medyaya civakî xwenîşandanan dest pê kir û di encamê de 19 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn.

Xwenîşandan nerazîbûnê didomin

Li gorî nûçeya Kathmandu Postê, Ofîsa Serokwezîriyê ragihand ku ji ber protestoyên tund û bertekên dijî hikûmetê, Serokwezîr Khadga Prasad Sharma Oli îstifa kiriye.

Sedem qedexekirina medyaya civakî ye

Li Nepalê platformên wekî Facebook, Instagram, WhatsApp, YouTube, X, Reddit û LinkedInê ji ber ku di heyema destnîşankirî de serî li Wezareta Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê ya Nepalê nedan û xwe qeyd nekirin, 4ê Îlonê hatibûn rawestandin.

Li ser vê yekê, xwenîşanderên ku piraniya wan ciwan in, ji bo protestokirina biryara qedexekirina medyaya civakî û îdiayên gendeliyê, duh ber bi avahiya parlamentoyê ve dest bi meşê kiribûn.

19 kes hatin kuştin û 2 wezîran jî îstifa kir

Ji ber zêdebûna bûyerên tundiyê, rayedaran li herêmên girîng ên nêzîkî parlamentoyê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Hatibû ragihandin ku ji ber midaxeleya tund a polîsan, 19 xwenîşander hatine kuştin.

Li welatê ku bi protestoyên tund diheje, Wezîrê Karên Navxweyî Ramesh Lekhak û Wezîrê Çandinî û Ajelkariyê Ramnath Adhikari jî ragihandibûn ku wan dest ji kar berdaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst