Mahmut Alinak piştî çend demjimêran ji desteserkirinê hat berdan

09-10-2020
RÛDAW
Nîşan Mahmut Alinak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetvanê Kurd Mahmut Alinak, êvara bihorî li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê bi tometa “sivkatîkirina bi serokomarê Tirkiyê”, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin û piştî sê demjimêran hat berdan.

Kur û di heman demê de parêzerê Alinak, Bişar Ebdî Alinak li ser hesabê xwe yê twitterê nûçeya desteserkirina bavê xwe di êvara roja Pêncşemiyê de ragihandiye û gotiye, bi tometa sivkatîkirina bi serokomar, biryara desteserkirinê bo bavê min derketiye û bavê min careke din hat desteserkirin.

Li gor agahiyan, Mahmut Alinak ku pêştir parlamenterê Partiya Demokrasî û Kedê (DEP) bûye, piştî 3 demjimêran û wergirtina îfadeyan jê, hatiye berdan.

 Mahmut Alinak di 17ê Sibata îsal de jî bi tometên weke “têkdana yekîtiya dewletê” û “cudakirina beşek ji axa di bin serweriya dewletê de ji îdareya dewletê”, hatibû girtin û di 13ê Gulanê de bi şertên dadê hatibû berdan.

Wê demê di dema girtina wî de, hêzên ewlehiyê kelepçeya elektronîk li piyên wî dabûn û ew yek bûbû sedema bertek û nerazîbûnan.

Piştre ji ber rewşa wî tendirustiyê û piştî îtîraza wî bi xwe, di 8ê Temûzê de kelepçeya elektronîk li piyê wî hatibû vekirin.

Dozgerê Giştî yê Qersê ji bo Mahmut Alinak daxwaza cezayê zindana ebed anku heta hetayê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst