Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak li dijî dorpêça Kobaniyê dest bi greva birçîbûnê kir.
Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê didome.
Bang û bertekên ji bo rakirina dorpêçê jî didomin.
Ji bo ku dorpêç were rakirin û hestyarî çêbibe siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak dest bi greva birçîbûnê kir.
"Zarok ji bêdermaniyê dimirin"
Alinak li ofîsa xwe ya li Qersê dest bi grevê kir û ev tişt anîn zimên:
“Kobanî 37 roj in di bin dorpêçê de ye. Piştî roja ku dorpêçê dest pê kir ez gelek caran fikirîm: Gelo eger mala me ji aliyê celadên ku bêhna xwînê ji devê wan tê û celadên çekdar ve bihata dagirkirin û zarokên me dîl bihatana girtin me dê çi hîs bikira?
Tiştê ku li Kobanî çêdibe jî tam ev e. Kobanî ew cih e ku xizmeta mirovahiya cîhanê kiriye û ji bo ku çeteyên DAIŞê Rojhilata Navîn nekin gola xwînê bi deh hezaran ciwanên xwe feda kirine.
Kobanî îro di şert û mercên dîlitiyê de hewl dide dengê xwe bigihîne mirovahiyê, mixabin bêçaretiyeke mezin dijî.
Zarok ji ber ku dermanan peyda nakin, ji bêdermaniyê dimirin. Avên ku bi tankeran tên veguhastin nexweşiyê belav dikin û gel birçî ye.
"Ez bangî mirovahiya cîhanê dikim"
Serokên cîhanê bi piştgiriya ku li Kobaniyê didin DAIŞê vê dorpêçê didomînin.
Ez jî di nava bêçaretiyeke biêş de me. Xwezî tiştên din jî hebûna ku min bikaribûya bikira.
Li ofîsa xwe ya Qersê, ji bo ku ez bibim dengê qêrîna xelkê Kobaniyê, mil bidim wan û bi xelkê Kobaniyê re di nava piştgiriyê de bim min dest bi greva birçîbûnê kir.
Ez bangî hemû xwişk û birayên xwe yên hestyar û mirovahiya cîhanê dikim ku xwedî li Kobaniyê derkevin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse