Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser rakirina qedexeya asmanî ya Tirkiyeyê ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê ragihand, "Ambargoya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi parêzvanî û daxwazeke bi israr a Nêçîrvan Barzanî hat rakirin."
Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan qedexeya li ser geştên asmanî yên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rakir.
Di demeke nêzîk de asmanê Tirkiyeyê dê ji geştên ji Balafirgeha Silêmaniyê re û ber bi wê ve were vekirin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyaniyekê de got:
“Ligel hewl û lihevtêgihiştinên berdewam ên demên borî yên têkildarî vekirina asmanê Tirkiyeyê li ber geştên asmanî yên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê û destpêkirina geştên Turkish Airlinesê, biryar bû roja 3yê vê mehê ambargoya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bê rakirin û şirket û saziyên geştyarî û firokevaniyê hatibûn agahdarkirin ku xwe ji bo destpêkirina geştan amade bikin lê wê rojê bi awayekî neçaverêkirî dema ambargoyê hat dirêjkirin.”
Parêzgarê Silêmaniyê tekezî li ser bandora daxwaza Nêçîrvan Barzanî kir û anî ziman:
"Îro, di hevdîtina birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê de, ev mijar bi piştgiriya hemû hewlên berê yên hemû dilsozan û bi parêzvanî û daxwazeke bi israr a Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, careke din hat rojevê.
Bi spasdarî, Serokkomarê Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan biryara rakirina ambargoya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê da.
Niha em li benda gihîştina nameya elektronîk a Saziya Firokevaniya Tirkiyeyê a Saziya Firokevaniya Îraqa Federal in da ku bigihêje Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê."
Ebûbekir di dawiya daxuyaniya xwe de spasiya hemû aliyan kir û da zanîn:
"Li vir, bi navê Parêzgeha Silêmaniyê, em spasiya hemû hewlên Birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê û hemû wan dilsozên ku di dema niha û borî de di hewldaneke berdewam de bûn ji bo bidawîanîna ambargoya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, dikin."
Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê hat rakirin
Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan qedexeya li ser geştên asmanî yên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rakir.
Di demeke nêzîk de asmanê Tirkiyeyê dê ji geştên ji Balafirgeha Silêmaniyê re û ber bi wê ve were vekirin.
Biryar di civîna îro ya di navbera Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de li Enqereyê hat dayîn.
Endamekî şandeya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re got:
"Serok Nêçîrvan Barzanî ji Serok Erdogan re got, ez dixwazim ku hûn cezayê li ser Balafirgeha Silêmaniyê rakin.
Erdogan telefona xwe xwest û yekser telefonî Serokê Saziya Firokevaniya Sivîl a Tirkiyeyê kir û jê pirsî, ev mesele çi ye?
Wî berpirsî jî da zanîn ku wan nû cezayê li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kiriye."
Li gorî heman çavkaniyê, Erdogan ji Nêçîrvan Barzanî pirsî, "Çima tu ev qas xema Silêmaniyê dixwî?" Serokê Herêma Kurdistanê jî gotiye, "Ma tu nizanî nîvê min Silêmanî ye?"
Erdogan li ser vê bersivê keniyaye û bi telefonê ferman daye Saziya Firokevaniyê ku cezayê li ser Balafirgeha Silêmaniyê rake û ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, "Gotina te nayê redkirin."
Tirkiyeyê 6ê mehê rawestandina geştên xwe yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kiribû.
Enqereyê cara yekem 3yê Nîsana 2023yan bi hinceta “zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û zêdebûna bandora wê ya li balafirgehê” qada xwe ya asmanî li ber geştên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.
Hîmê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003yan hat danîn û sala 2005an bi awayekî fermî hat vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse