Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî di salvegera 241emîn a avakirina bajarê Silêmaniyê de got, "Silêmanî navekî diyar ê dîroka me ya çandî û siyasî ye."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 241emîn a avakirina bajarê Silêmaniyê pîrozbahî li şêniyên bajêr kir.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke peyamê de got:
"Di salvegera 241emîn a avakirina wê de, ez bi germî pîrozbahiyê li bajarê helmet û qurbaniyê, bajarê hezkirî Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriyê, navenda wêje û hunerê û li tevahiya xelkê ezîz ê bajêr dikim."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha Silêmanî wekî "bajarekî bibandor" bi nav kir û anî ziman:
"Silêmanî navekî diyar ê dîroka me ya çandî û siyasî ye, her tim bibandor e û cihê pêzanîn û şanaziyê ya gelê Kurdistanê ye."
Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku ew "hêviya bipêşketina berdewam, geşbûn, avedanî û aramiyê ji bo Silêmaniyê û hemû Kurdistanê" dixwaze.
Her sal 14ê Çiriya Paşîn salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê ye ku sala 1784an ji aliyê Mîrê wê demê yê Mîrektiya Babanan Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse